Diyarname
Mebûsê BDP'ê yê Culemêrgê Adil Kurt serî li dadgehê da û paşnavê xwe guhart. Adil Kurt berî ku bibe mebûs di Azadiya Welat de nivîs dinivîsand, di televîzyonê Gunê de bernameyê çêdikir. Her wiha heta niha du pirtûk nivîsandiye. Di hemûyan de Kurt navê xwe wekî Adil Zozanî bikar anî. Piştî ku bû mebûs ji ber fermîbûnê navê xwe yê di nasnameyê de wekî Adil Kurt bikar anî. Kurt di 6'ê berfanbara 2011'an de serî li dadgehê dabû û xwestibû paşnavê xwe biguherîne û bike Zozanî.
Dadgehê serîlêdana Adil Kurt erê kir û paşnavê wî yê Zozanî qebûl kir. Ji niha û pêde di meclisê de, di karên fermî û hemû karên din de dê navê Adil Zozanî bê bikaranîn.