Fatma savci
Berî bi çendekê gotarek mîrza Qado Şêrîn bi navê “Çand û Terqîna Çapxaneya Avesta Xelat Girt” hat belav kirin. Ev nivîs pêşî di malpera avestakurd de hat belav kirin. Paşî min dît li malpera PEN’a kurd de jî hat weşandin. Hat guhê min ku di nav hin komên giftûgoyê yê kurd de, li ser înternetê belav dibe.
Sedema nivîsîna min ew e ku di gotara mîrza Qado Şêrîn de, ne zimanê rexneyî, zimanekî hişk û êrîşane serdest e. Ez dixwazim li ser xalekê rawestim. Ev xal jî ew e ku, di vê nivîsê de, li ser kesayetiya me jinan êrîşek û heqareteke mezin hatiye kirin.
Min dil nîn e ku li ser giştî nivîsa vî camêrî nirxandinekê bikim. Li ser pirtûk, wêje, weşanxane û bazara kurdî her kes hindik-gelek, xwedî agahî, raman û rexneyê ne. Sedem û encamê van pirsgirêkan gelek in. Astengî û pirsgirêkên wêje û çapkirina pirtûkan ku her nivîskarekî/e kurd dijî ev nivîskarên jin ên ku berhemên wan di projeya ‘Şahmaran’ de hatine weşandin jî dijîn. Û qet nebe, bi qasî xwediyê gotarê agahdar in ji meselê. Ev meseleyeke civaka me û neteweya me ye. Rê û rêbazên giftûgoya van pirsgirêkan, ziman û şêwazê wê ne êrîş e, ne heqaret e.
Di navbera rexne û êrîşê de sînorek heye. Eger rexne di der barê berhemên van jinên ku berhemên wan hatine weşandin de ba, yan jî rastiyek di wan îdîayên wî de heba, min ê qet hewl nedaba ku vê nivîsê binivîsînim. Û min ê ew maf bi xwe re nedîtiba ku bersivek wiha bida, lewra min ê bigota: kêm-hindik, rast –şaş rexneyeke û ez ê derbasbûma.
Bi qasî li bîra min de ne, heya niha yanzdeh berhemên jinên ji her çar parçeyên welat hatine çapkirin, di nav rêza ‘Şahmaran’ de. Û wê hîna berhemên şeş jinên nivîskar ên din jî bên çapkirin. Lê wekî ku min ji nivîsê fam kir, Qado Şêrîn berhemên yek ji wan nivîskarên jin nexwendine. Kesayetiya pirê van jinan nasnake. Têkiliya wan û weşanxanê jî nizane. Hewl nedaye ku rastiya vê projeya jinan fêr bibe. Li pencereya xwe li meselê nêriye û mixabin ew pencere tiştekî zelal û baş pêş çavê wî nekiriye. Loma jî dest bi îftirayan û bêbextiyan kiriye. Ziman û şêwaz ne bi wê asta ku mirov bikare rêz bigre û guhdar bike ye. Mîrza Qado Şêrîn di destpêka êrîşa xwe de bi van rêzikên ku heqaretê li jineke nivîskar e dest pê dike : “…Avesta xelat girt, ango Avesta Xelat çap kir. Xelat jî bi gelek şêweyan dikare bê girtin û çapkirin, dibe şehnaziyek be, dibe çapkirina pirtûkekê be, dibe ramûsanek germ be, dibe tiştin din bin, bi her hal xelat xelat e, mîna teriya seh û merovan e qet nayê guhertin...” Ev hevok besin ku mirov xwediyê vê gotarê qet cidî negire. Lê mixabin malperên me, buhayên van nivîsan napîvin. Û mîna mizgîniyekê ji destên hev werdigirin.
Li weşanxaneyên dinyayê yên herî xurt, kêm zêde gelek rêz hene, wekî rêzên romanên dîrokî an rêzên pirtûkên li ser xeyalên zanistî, rêzên helbestên şoreşgerî, rêzên helbestvanên klasîk.
Gelo kesek dikare minaqeşe bike ji bo çi weşanxaneya El-Meda ya erebî rêzên roman û berhemên ku xelatên Nobel wergirtine çap dike?
Berhemên rêzane nayê wateya ku ev nivîskar tenê li dinyayê hene û ji bilî wan kesekî din tune, ew tê wateya civandina hin deng û nav û nivîsên ku ji ber gelek sedeman bela wela ne û yek li ser hesabên yên din tên bilindkirin an tune kirin.
Ev navên ku berhemên wan ji rêza ‘Şahmaran’ derketine, her yek ji wan bi xwe xwedî kesayetiyeke cuda ye û çi di nav rêza ‘Şahmaran’ de bin, çi bi tena xwe bin ji xwe re rêyek hilbijartine, wekî mînak Kejal Ehmed xwedî gelek berhaman e û helbestvaneke berê li Başûr baş tê naskirin bi helbest û wergerên xwe. Axîn Welat berhemeke wê ya helbestan heye berî ku di nav ‘Şahmaran’ê de cih bigire. Xelat Ehmed bi zimanê erebî xwedî berhem û ezmûn e, Jana Seyda ji bilî vê berhemê sê berhemên dîtir derxistine û hemû ne li Avesta, Jîla Huseynî ji berî vê berhemê tê naskirin û ji xwe ne li jiyanê ye jî û hwd..
Ev tê wateya ku ev berhem an ev deng û reng û ezmûn ne ezmûnin nû ne, an ne hêjayî çapê ne. Ev nav berê hene. Îcar niha ez dixwazim pirsekê bikim: Eyb û şerma ku ev nivîskar di rêzekê de cihekî bigrin çi ye? Û ji bo çi dema mijar dibe mijara jinê tiliyê sûcdariyê bi aliyê wan jinan û weşanxaneyê de tê rakirin wekî ku ew ne hêjane lê ji ber ku jinin cihê xwe dibînin? Gelo haya Qado Şêrin jê heye ku gelek berhem, ji aliyê jinan de jî nikarin xwe di nav rêzê de bibînin? Gelo Qado Şêrin fikiriye ku wan berheman bixwîne û rexnekirineke berfireh lê bike ka hêjayî çapê ne yan na? Gelo eger ew rêz ji bo helbesta mêran bûya wê ew qas gengeşe çêbikira?
Rexne fêmkirina teksta rexnekirî ye berî ku bibe rê ji binpêkirina wê re. Rexne keşfa xweşikî û nexweşikiyên berhemê ye bêyî ku rê li rexnekirineke din bigre. Rexne pirs e ne bersiv e, rexne gumankirine ne biryardar kirine.
Gelek rojname û malperan qala projeya Şahmeran kir û agahî dan. Dema qala projeyê hat kirin, ez bixwe kêfxweş bûm. Lewra wê ji her çar beşên welat hest, raman, êş û evînên jinên kurd, di yek coyekê de bi hev re biherikiya. Ew jinên ku tu carî sînorên herêma xwe derbasnekirin, wê bi dengekî yekane, rengên cuda, di bin navê rêza Şehmeran de, derbiketa pêşberî xwendevanan. Me yê derfet bidîta ku helbesta jinê a her çar beşan bidaya berhev û bibûna xwediyê qenaeteke rasteqîn. Ango me yê rengê helbesta jina kurd a vê sedsalê li ber çavên xwe raxista. Û wekî nivîskarek jin di nav van jinên her çar parçeyan de cih bigirtana. Ez nikarim bi navê hemû jinên nivîskar bêjim, lê ev fikir besî min bûn ku ji vê projeyê re bêjim erê. Û îcar ev proje ne bo bikaranîna jinan, divê wekî qedirdayîneke berhem û kesayetiya jinê bê famkirin. Û em wisa fam dikin.
Ango wekî nivîskarê me Qado Şêrîn dibêje: “... Jixwe ana şêweyekî nû ji çapkirina pirtûkan re di meydana çanda kurdî de derketiye holê, nivîskara jin a xweşik û nivîskara jin a ziman dirêj û şêrîn. Xwediyên çapxaneyan têkiliyan bi nivîskara xweşik û xwîn şêrîn re datînin û çapkirina pirtûka wê pêşniyar dikin. Û nivîskara şelaf û ziman xweş û seksî, bi zimanê xwe yê xweş û şêrîn dikare pirtûka xwe bi Emerîkiyan jî bide çapkirin îca kurdên li ser jinan dimrin. Bi bihaneya çapkirina berhemên jinan, gelek jin li ser serê me û çanda kurdî bûn Anakonda û kes nema dikare ji wan re bêje; siya we xwar e...” nîn e. Ev e a ku ez dibêm heqaret û bêbextiyek e. Û eger ev nekarîna we be, lê eger hûn bikarin bibêjin “Sîya we xwar e” hûnê çi bikin û çi bibêjin mîrza? Çima êrîşa li ser jinan ew qasî helal dikin? Dibe ku gelek kêmasî û qelsiyên me jinên nivîskar hebin. Lê ne ev tiştên ku tu niha dibêjî û bi wan mehkum dikî ne. Belê, em di nav çandek rexneyî de mezin nebûn, me wekî cîhanê şêwaza rexneyî bikarnaniye. Lê qet nebe em dizanin rexne çi ye? Û ev ne rexne ye. Eger dixwazî erîşî ser hin kes û dezgehan jî bikî, ji kerema xwe re jinan neke navgîn û wan ji bo hêrsa xwe bikar neyne.
Ez bi xwe tu gotinan ji bo van rêzikan nabînim ku bibêjim. Û tu cudahiyê di nav bera van gotin û wan kevirên ku li kolanan pê keçikan dikujin de nabînim. Îro civaka me bi kuştina keç û bûkên xwe navdar bûye. Çend jinên ku hinekî serê xwe rabikin û bibin xwediyê çend gotinan, bi van helwesta wê pêl li serê wanî ku hêdî hêdî fêrî roniyan dibin bikin, wê zimanê wan ê ku dikare çend gotinan bike jêbikin...Ev helwest, netehemûliya li hemberî hebûna jinê ya di qada wêjeyê de ye. Nepejirandina kesayetiya jinê ya di vê tekoşînê de ye. Yana çima li ser navê rexneyê, bi vê ferasetê, bi vê zihniyeta zilamtiya desthilatdar ev êrîş bihatana kirin? Wê çima bi vî şêweyî fizîkiya jinê hedef bigirta û hest û giyana wê ya ku nuh bi ser xwe ve tê bieciqanda? Mîrza Qado navê hin jinên ku berhemên wan di Weşanxaneya Avesta de derketine dide û dibêje:
...” mîna Axîn Welat, Lorîn S. Dogan, Fatma Savci, Vînos Fayiq, Jana Seyda û Xelat Ehmed, Dêmek ko helbestvanên jin mêr bana ji wan re çap nedibû...
...Dibe ko hin ji wan ne helbestvan in jî, lê ji ber ko jin in çap bûn, ew wek jin hatin çapkirin û ne wek helbestvan û nivîskar...”
Eger mîrza Qado Şêrîn berhemên van nivîskaran hinekî bixwendana wê ew qas cesaret nekirana van gotinan bikar bîne û tenê ev nivîskar bi nasnameya wan a jinantî li bîr bîne. Ez nabêm ku ev berhem îdeal in. Bêqisûr in. Bêşik berhemên ku hatine çapkirin, tevî ya min, dibe ku xwediyê gelek kêmasî û lawaziyan bin. Dibe ku gelek kes, asta wan û kûraniya wan a wêjeyî kêm bibîne. Gelekî xwezayî ye ku ev bên rexnekirin û jixwe vekirîne ji rexneyan re. Lê ne ji heqaretan re. Ev zimanê êrîşkar tu rêzê bi nivîskariya me re nahêle. Û nikare bibe hêzeke guhertin û pêşxistinê mixabin. Berevajî, ev yek nexweşikahiya me dide nîşan. Divê ku bibêjim: Min tu edeb di vî ziman û şêwazî de nedît.
Em dizanin êşa bêwelatiyê û bê dad û dezgehiyê di van meseleyan de çiqasî tê dîtin. Lewra eger dad û dezgehek me hebiya ev heqareta li kesayetiya mirovan wê bihatana pirsyarkirin. Û belkî wê demê qet gerek nebû ku min bersivek wiha bida. Ev rastiyek me ye mixabin. Lê qet nebe, em xwedî hebûna civatek rewşenbîr in û bi sedan nivîskarên me hene. Kesekî ne got ev çi heqaret e, li kesayetiya van jinan tê kirin? Di şikê de me ku, gelek camêrên nivîskar, dema ev nivîs xwendibin, di bin simbêlan de beşişîbin û ev nivîs li ser çav û serê xwe noşî dîwana hev kiribin. Ez hêvîdarim di vê mijarê de gelekî şaş bim. Eger civatek me ya rewşenbîr, wisa serwext hebûya, niha birêz qado zûde bû lêborîna xwe ji van jinên nivîskar bixwesta.
Mixabin ku ev ne cara yekem e ku Qado Şêrîn vê êrîşê dibe ser kesayetiya jinên nivîskar. Berî bi çend mehan dîsa nivîsek bi navê “Tenê wêneyê nivîskara xweşik tê xwendin” û tam wêneyên bîst û çar (24) jinan kirin rêzê û ew li gor miraza dilê xwe teşîr kirin. Li gor min ev kuştineke, qirkirineke giyan û kesayetiya jinan e. Mixabin ku wê demê jî kesekê/kî ji me ne got: “Çima? ”
Ez yek ji wan jinên nivîskar ku pirtûka wê ji Weşanxaneya Avesta derketiye me. Ez dikanim li ser navê xwe bibêjim: Min raman, giyan, hest û bi tevahî kesayetiya xwe bi tu kes û dezgehan nedaye bikaranîn. Tu kes û dezgehan hewl nedaye me jinên nivîskar bikarbîne. Berevajî vê yekê em rastî rêzgirtin û qedirdayinê hatine. (Projeya Şahmaran nîşaneya vê yekê ye.) Û ji bo çapa pirtûkê qet nêta min/me tuneye vî tiştî bikin. Ez dizanim ku kesayetiya min/ me ji hebûna pirtûkekê gelekî girîngtir e. Em vê qasê dizanin. Ez hêvîdarim ku yên wekî Qado Şêrîn jî êdî berî ku van êrîş û heqaretan, li kesayetiya me jinên nivîskar bikin hinekî bifikirin.


