Diyarname
Ji bo Serokatiya Meclisa Tirkiyeyê hilbijartin li dar ket. Di encama dengdayînê de Îsmet Yilmaz bi dengên ji AKP'ê girt bû Serokê Meclisa Tirkiyeyê.
Ji bo Serokatiya Meclisê berendamê HDP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat, bernedamê AKP'ê İsmet Yilmaz, berendamê CHP'ê Deniz Baykal û berendamê MHP'ê Ekmeleddîn Îhsanoglu bû. Dora yekem û duyem du roj berê lidar ketibû û kes nehatibû hilbijartin. Di dora sêyem de jî kesek bi têra xwe deng negirt. Di dora çarem de du berendamên di dora sêyem de herî zêde deng girtibûn (Yilmaz û Baykal) ketin pêşbaziyê. Ji van berendamê AKP'ê Îsmet Yilmaz 258 deng girt û bû Serokê Meclisa Tirkiyeyê. Berendamê CHP'ê Deniz Baykal 182 deng girtin.
Bi vê encamê Yilmaz ji bo du salan bû Serokê Meclisa Tirkiyeyê. Yilmaz di sala 1961'ê de li Guruna Sêwasê hatiye dinê. Ew hiqûqnas, rêveber û endazyarê keştiyan e. Yilmaz ev du car e ji Sêwasê ji AKP'ê wekî mebûs tê hilbijartin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Dengdan ji bo Serokatiya Meclisê li dar ket


