Diyarname
Fîlmê Nuri Bilge Ceylan "Bir Zamanlar Anadolu'da" li ser navê Tirkiyeyê bû pêşberendamê Oscarê.
Her sal, her welat fîlmekî xwe ji bo bibe pêşberendamê Oscarê dişîne ji pêşjuriya Oscarê re. Îsal li ser navê Tirkiyeyê fîlmê Nuri Bilge Ceylan "Bir zamanlar Anadolu'da" (Zemanekî li ANatoliyê) bû pêşberendam.
Herî dawî fîlmê Selim Demirdelen “Kavşak', ê Orhan Oguz'un “Hayde Bre”, ê Derviş Zaim “Golgeler ve Suretler”, ê Handan İpekçi “Çinar Ağacı”, ê Seyfi Teoman “Bizim Buyuk Çaresizligimiz” û Seren Yuce'nin “Çogunluk” û yê Nuri Bilge Ceylan "Bir zamanlar Anadolu'da" hatibû hilbijartin. "Bir zamanlar Anadolu'da" ji nav hemûyan derket pêş û li ser navê Tirkiyeyê ber bi berendamtiya Oscarê ve diçe.