Bawer Çakir
Rêxistinên Saziyên Demokratîk xwestin yên ku derbe kirine bêne darizandin.
DTP, BDSP, EMEP, ODP, EHP; SORAP, SDP, Halk Kultur Merkezleri (HKM), Koz, SPG, Kaldıraç, Odak Halk Cephesi û Toplumsal Ozgurluk Platformu (TOP) bi hev re daxuyaniyeke dan. Metna ku bi sernavê "Gelê me yê bindest û kedkar dê ji pergala kontgerilla hesabê bipirse" amade kirin û xwestin derbekarên 12'yê Rezberê bêne darizandin. Daxuyaniya çapemeniyê li TMMOB'ê hate dayîn. Di daxuyaniya ku endamê TOP'ê Tuncay Yilmaz xwend de teqîna li Gunguren û Kerkûkê wekî "ji hevhesap pirsîna kontgerilla ya ji hev" bi nav kir.
Her wiha hate xwestin ku ne tenê Ergenekonvi, Tansu Çiller, Mehmet Agar û Yaşar Buyukanit jî bêne darizandin.
Ev saziyên ku metna hevpar amade kirine dê 3'ê mehê roja yekşemê li ber Lîseya Galatasarayê saet 14'an de çalakiyeke pêk bînin û bixwazin hemû derbekar bêne darizandin.
Ji BÎANET'ê hate girtin