Diyarname
TUSÎAD'ê li Tirkiyeyê Zagona Bingehin a nû bê çêkirin fikrê xwe anî ziman. Di beşa pirs û bersivê de Serokê Lijneya Rêveberiya Boyner Holdingê Cem Boyner li ser Zagona Bingehîn axivî. Boyner gotinên dilpola anîn ziman û salonê hemû jêre li çepikan da.
Vane ji gotinên Boyner çend xal:
- Azadiya mirovên li Tirkiyeyê, rûmeta wan, mafên wan ji parçebûna welat, ji dewletê bixwe girîngtir e. Dewlet ji bo mirovan dilşad bike heye.
- Tesbîteke girîng heye, divê em ji xwe bipirsin. Ez hem li vê salonê hîs dikim, hem sibê dema ev hat eşkerekirin dê bê pirsîn. 'Rastiyên gerdûnî, rêgez, mamoste temam lê ev li gor me ne?' Tiştên li Tirkiyeyê bê bihîstin ev e. 'Li çarkenarê me neyar hene, ne li gor Tirkiyeyê ne. Ji bo li rastiya Tirkiyeyê bên em van hinekî nîqaş bikin. Wisa azadî filan, ev me xira dikin.' Reaksiyona ku bê nîşandayîn ev e. Helbet hûn dizanin, lê ez bi awayekî tund dixwazim vê bibêjim: Ew qas azadî me xira dike. Ez dixwazim du mînakan bidim. Li TirkiyeYê bi zimanên îngilîzî, almanî, fransizî, îtalyanî dibistan hene lê ji bo kurdan dibistan nîn e. Ew kî ne? Hemwelatiyên te. Em çima nadin? Wê Tirkiyeyê parçe bikin. Tirkiye yan wê bi vê feresatê bidome, yan ev xebata ku mamosteyên me kirine emê li xwe bînin, emê bikin şiklê tewşo mewşo, wê çaxê me ev xebat bê sebeb kiriye. Yan jî emê van rêgezan baş biparêzin."
Tu nikarî baca min ji bo hinên din xerc bikî
Di prensîbên Amerîkayê ya di şerê li hemberî Îngilistanê de "taxation without representation" (beyî temsîliyetê baclêkirin) heye. Boyner ev prensîb wekî prensîbekî girîng nîşan da û got: "Bacên ku ji hemû hemwelatiyên Tirkiyeyê, ji elewiyan têne berhevkirin bi rêya Karên Diyanetê ji bo sûniyan têne xerckirin. Ev taxation without representation e. Ne li gor hebûna welat e. Ger tu bacê didî divê tu ji mafê xwe jî sûde bigirî. Bacên ku tu ji min digirî tu nikarî ji bo hinên din xerc bikî. Ev rêgezên bingehîn in. Di van rawsetandina rêgezan de divê hûn diyar bikin ku hûn li ku ne. Dema hûn bi şev serê xwe deynin ser balgîfê, divê wê şevê hûn aligiriya xwe ya ji bo sibê diyar bikin."
Dewlet ji bo xizmeta min bike heye
Ez dixwazim ceribadina zehmet bînim ziman. Azadiya mirovan, mafên wan ji parçebûna welat girîngtir e. Ji dewletê bi xwe girîngtir e. Dewlet ji bo mirovan dilşad bike heye. Zagona Bingehîn jî peymana di navbera we de ye. Peymana welat ku tu biecibînî tuyê bikevî navê, neecibînî nakevî navê, mafekî te yê wisa heye. Ji bo vê tu vê peymanê çêdikî, ne ku ji bo dewlet berdewam bibe çêdibî. Ji bo ku dewlet te biparêze, te perwerde bike, li hemberî neyaran te biparêze, ji bo paşeroja te bixe bin ewlehiyê tu li vî welatî dijî..."
Ez dubare dikim: Divê hûn bibêjin: 'Dilşadiya mirovên li Tirkiyeyê, rûmet, heysiyeta wan -ne yê beşek tenê, yê hemûyan yek bi yek- ji parçebûna vî welatî girîngtir e.' Ger hûn wisa bibêjin hûn li ser rêya rast in. Na, birêz Serok, ger hûn bibêjin 'na ev ji bo me zêde ye' pêşniyara min ji bo we ev e: di kurtedemê de dest ji vê bedin, nexwe hûnê nikarin ji binî rabin.
**
Nûçeya eleqedar:
- TUSÎAD: Her sê xalên Zagona Bingehîn jî dikarin bên nîqaşkirin
Â