Îkram Balekanî
Ev demeke ku li Almanya, Tirkiye û Kurdistanê gotûbêjek li ser asîmîlasyon û helandina çand û zimanê neteweyan heye. Dîsa behsa entegrasyonê jî tê kirin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Kolna Almanyayê îtiraf kir ku asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Lê bi xwe jî li bakurê Kurdistanê asîmîlasyonê pêk tîne. Ev yek ji hêla her kurdekî ve tê zanîn.
Lê niha heman polîtîkayên AKP’ê ji aliyê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ve jî pêk tên. Wekî tê zanîn li dibistanên Silêmanî û Hewlêrê zaravayê kurmanciya jorîn hate qedexekirin.
Gava min ev yek di çapemeniyê de dît, bûyerên salên 70’yî ketin bîra min. Wekî tê zanîn ku di ecama rêze bernameyên perwerdehiyê de biryar hatibû dayîn ku li dibistan û zanîngehên başûrê Kurdistanê perwerdehiya bi kurdî bê dayîn. Li ser vê yekê dewleta Tirkiyeyê ketibû nava hewildanan û li dijî perwerdehiya bi kurdî derketibû. Di encama bazariyan de Tirkiye, Iraq û rayedarên kurd hatibûn îqnakirin ku tenê zaravayê kurmanciya jorîn bê qedexekirin.
Yanî Tirkiyeyê dixwest ku zaravayê kurmanciya jêrîn (soranî) bibe zimanê perwerdehiya kurdên li Başûr û tîpên erebî bêne bikaranîn. Ji ber ku tirsa wan ew bû ku tîpên latînî û zaravayên kurmancî bandorê li kurdên Bakur bike, loma jî li dijî polîtîkayên perwerdehiya bi kurmancî derdiket.
Di encamê de peyman hate çêkirin û zaravayê kurmanciya jêrîn (soranî) li dibistanên Başûr wekî zimanê perwerdehiyê hate qebûlkirin. Li ser vê yekê kurdên li eyaleta Dihokê jî li dijî kurmanjiya jêrîn derketin û perwerdehiya bi kurdî red kirin. Loma jî bi zimanê erebî hatin perwerdekirin.
Gava mirov bala xwe dide nava rûpelên dîrokê mirov şaş dibe. Wekî ku dîrok dubare dibe. Dîsa zext û zorên Tirkiyeyê bandor li rayedarên başûrê Kurdistanê kiriye û vê carê dîsa zaravayê kurmancî bi hincetên cuda hate qedexekirin. Tekane sedem jî dilxweşkirina rayedarên tirk e. Bi taybetî divê neyê jibîrkirin ku Serokê Partiya Komara Gel (CHP) Deniz Baykal pêşniyar kiribû ku xwendekarên kurd ji Başûr bên û li Tirkiyeyê perwerde bibin. Tê îdîakirin ku tekane şert jî ew bûye li Başûr perwerdehiya kurmancî bê qedexekirin, wê çaxê dê xwendekar bikarin li Tirkiyeyê bêne perwerdekirin.
Yanî qedexekirina kurmancî di destpêkê de li ser xwesteka Tirkiyeyê pêk hatiye. Heger na rêveberiya başûrê Kurdistanê di asta herî jorîn de bi xwe kurmanc in û bi zaravayê kurmancî diaxivin. Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî baş bi zaravayê kurmanciya jêrîn nizanin û nikarin bi rehetî bi soranî biaxivin, lê di bin rêveberiya wan de zaravayê kurmancî tê qedexekerin, gelo ger armanc ne siyasî be, sedema wê çi ye!
Em niha ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan bipirsin; gelo niha Mesûd Barzanî asîmîle bûye yan entegre? Bi dîtina min ne asîmile bûye û ne jî entegre. Heta ku wisa be jî wê yekîtiya zimanê kurdî jî pêk neyê. (Dibêjin qijikê xwestiye wekî kewê bimeşe lê meşa xwe jî ji bîr kiriye.)
Ez dixwazim tez û tesbîteke zimanzanên kurd Cemal Nebez bi bîr bixim. Cemal Nebez dibêje ku dewlementirîn zaravayê kurdî kurmancî ye û ger rojekê zimanê yekgirtî pêk bê, divê kurmancî bibe zimanê yekgirtî yê Kurdistanê. Lê mixabin rayedarên ku vê rastiyê bibînin tune ne. Yanî heta ku zêhniyeta qedexekar li ser kar be wê yekîtiya kurdan û yekîtiya ziman jî çênebe.
Gotineke pêşiyan heye ku dibêjin; aqilê şîrî, heta pîrî...