Aziz Ogur
Di gotinên pêşiyên Kurdan an biwêjan de timî qala erdema bêdengmayinê tê kirin. Yanî li dewsa gotinên vala yên bê naverok, yan li dewsa gotinên ku asta kesê axifî, an ên pêşber, derdorê daxe, bêdengî helwêsteke pîroz e. Ji ber ku bêdengî hewldana fêmkirinê ye, fêmkirin jî kesayetiyê mezin dike. Lewra ‘Kevirê giran li cihê xwe baş e” mîna hişyariyekê ye ku herkes bi rewşa xwe haydar be û di gotinê de, di pêngavê de nekeve şaşiyan. Dîsa gotina, “deynekirin zêr e, ji bilî şeref û rûmeta pê re” jî heman tiştî rave dike. Yanî heger pêwist be axaftin, di cih de axaftin û li gorî pîvanan axaftin… Ji bilî van pîvanan axaftin tevî ku feydeyeke xwe nîne, zirarê dide. Astê nizm dike, pîvanan ji holê radike û giraniya mirov têk dibe. Şekl û şemal, bejn û bal, libas û xeml çiqasî bêhempa bin jî, dema mirov axifî dikare tevan bi hevoka yekemîn re bi erdê re bike yek û îmajeke xirab nîşan bide. Berovajî wê jî mirovên ji aliyê fizîkî ve lawaz, ji aliyê bedewiyê ve kêm, ji aliyê derfetên aborî ve nizm be jî bi zimanê xweş tevan ji holê radike, bandorê li derdorê dike, mîna mirovekî dilovan, muhterem di nava civakê de cihê xwe digire. Zimanşîrînî ji gelek tiştên din girîngtir e.
Dibe ku ji bo vê yekê Kurdî ya resen tije biwêj, gotinên giranbûha yên bi hevokekê gelek tiştan îfade dikin. Her wiha biwêj, têgîn û gotinên em qala wan dikin, şik û gûmanê ji mabesta qiser re nehêlin.
Bi çend mînakan em îdîaya xwe dubare bikin.
Tuxmê Kew(ê): Ev gotin ji bo mirovên ji malbata xwe, eşîra xwe, derdora xwe an neteweya xwe re xayin be tê bikaranîn. Xayinên di dîroka Kurdistanê de dema di civatan de navê wan derbas dibe, dibêjin, “tuxmê kewê”. Yên bi kew û nêçîra kewan dizanin, li muhteweya vê biwêjê serwext in. Ji bo yê nizanibe jî rêbeza nêçîra kewan dikare weke çîroka vê bîwêjê raveker be.
Mirov hêna biçûk yanî ‘çêlkew’ çêliya kewan digire, xwedî dike û kedî dike. Piştî ku mezin bû, mirov kewê kedî dibe çiyê, li dora wî dafikan vedidin û di kozikê de xwe vedişêrin. Kew dest bi xwendinê dike kewên derdorê jî bersivê didin dengê wî – belkî jî ji bo alîkariyê- tên derdora wî. Lê dema nêzîk dibin, dikevin dafikên nêçirvanî û tên girtin, û serjêkirin. Heger kewê kedî carekê didoyan xweş nexwîne û kewan nexe dafikê vê carê fermana wî ye û xwedî wî serjêdike. Çiqas dişibe çîroka xayinên Kurd û dewletên dagirker ên wan bi kar tînin!
Mih bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe: Her mirov ji kirina xwe berpirsiyar e. Dawiya dawî herkes hesabê xwe bi xwe dide. Ev nayê wê maneyê ku biwêjeke dij-civakî ye. Beriya wê. gotina, “golikeke vijokî, garenekê dilewitîne” tê gotin. Mirovên ketî, xwedî emel û pratîkên xirab mîna berpirsiyariya herkesî tên dîtin ku ji bo sererastkirina rewşê, îqnakirina kesê mijar li serê, hewl tê dayîn. Lê di dawiya dawiyê de heger îflah nebe, guhdar neke û bi israr kirinên xwe bidonîne, “Mih bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe” tê gotin.
Ev biwêj ji manzaraya ber qesabxaneyan hatiye girtin. Her heywan a tê serjêkirin, ji bo balkişandina muşteriyan û jêkirina goştê wê bi lingê paşê ve tê (dihat) daliqandin.
Versiyoneke din a vê biwêjê jî dispêrin Behlûl Dana. Behlûl ku hevalê nêz an mîna birayê Xelîfe Harûn Reşîd tê naskirin mîrovekî rast e û tim hewl daye Harûn Reşîd ji şaşiyan dur bixe. Rojekê dema li sûkê dimeşe li ber qesabxaneyê radiweste û dide qîrên kêfxweşiyê. Yên derdorê pirs dikin ka çima wisa dike. Sedema vê yekê wisa rave dike: “Ez pir nêzî Harûn Reşîd im, tevî kirinên wî napejirînim jî ditirsiyam ku hesabê kirinên wî li axretê ji min jî werin pirsîn. Lê niha dibînim ku mih bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe hatiye daliqandin.”
Lewra dawiya dawî giranî (guneh-kirinên xirab, navê xirab) çi be herkes neçara barê xwe hilgire.
20.02.2019, Yenî Ozgur Polîtîka