Diyarname
Fîlmê bi navê "Schindler's List / Lîsteya Schindler" 25 sal berê ji aliyê Steven Spielberg ve hatiye kişandin. Ji aliyê gelek rexnegirên sînemayê û temaşevanan ve ev fîlm fîlmê herî serketî yê Spielberg e.
Fîlmî di 7 waran de Xelata Oscarê girtibû, di lîsteya 250 fîlmê serketî ya IMDB de her di nav 10 fîlmên pêşî de cih girtiye. Fîlm ji bo 25 salî hat restorekirin û dê bi awayekî taybet bikeve vîzyonê.
Fîlm dê 7'ê meha berfanbarê li sînemayan bikeve vîzyonê û her wiha bi awayekî BluRay jî dê bigihê temaşevanan.
Fîlm li ser rizgarkirina bi ser hezarî de cihûyên Polonyayê ku di kampên naziyan de ne hatiye kişandin. Fîlm her di nav lîsteya fîlmên herî serketî yên her demê de cih digire û di heman demê de biryar hatiye dayîn ku fîlm di Arşîva Fîlman a Neteweyî ya DYA'y^ede bê parastin.
Kunye:
Lîsteya Schindler
Derhêner: Steven Spielberg
Senaryo: Steven Zaillian, Thomas Keneally
Sazkar: Steven Spielberg, Gerald R. Molen
Lîstikvan: Liam Neeson, Ralph Giennes, Ben Kingsley, Embeth Davitdz, Caroline Goodall
Sala kişandinê: 1993
Mawe: 195 deqîqe
Cure: Biyografî, Dram, Dîrok


