logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê
  3. Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê
  4. Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin
  5. Li nav kurdan rewşa tîmên fûtbola jinan
news-details

Li ser îdîayan daxuyaniya malbata Arjen Arî

Niha pêşbaziya 6'an a Arjen Arî ya Helbestan hat dest pê kirin lê berî vê ev kurtedemek e li ser pêşbsaziya 4'an nîqaş h

  • Dîrok: 26/12/2018
  • Beş: Serbest

Diyarname

Niha pêşbaziya 6'an a Arjen Arî ya Helbestan hat dest pê kirin lê berî vê ev kurtedemek e li ser pêşbsaziya 4'an nîqaş hebû di nav tora civakî de. Îdîa jî ew bû ku Narîn Yukler dosyaya xwe wergerandiye û şandiye. Îro malbata Arjan Arî ku ew jî di nav birêvebirên pêşbaziyê de ne daxuyaniyeke nivîskî belav kirin. Bêyî em dest bidinê em vê daxuyaniyê pêşkêşî we dikin:

**

"Daxuyaniyek mecbûrî ji malbata Arjen Arî  li ser îddîayên derheqê Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî de 


Ev demeke em wekî malbat difikirin ka em bersiva rexneyên ku li ser medyaya civakî  ku  li ser Pêşbirka  Helbestan a li ser navê Arjen Arî li dar dikeve bidin an na.  Lê em gihane vê baweriyê ku ev îdîa û nîqaş bandoreke xirab li ser pêşbirka ku li dar dikeve dike ji ber wê jî daxuyaniyek bû ye pêdiviyek ji bo me. 

Galegal û gotinên ku ji juriya ku di ber kar û barên xweyî rojane de kedek dane vî karî de tê nivîsîn ji aliyê me ve nayê pejirandin. Berî hemû tiştî bi baweriya me mirov tiff nav rûyê xayînan dike, tu kesek ji endamên juriyê jî ne xayîn e.Wekî ku tê zanîn bi taybetî endamên juriya sala 2017'an û yên berî wê û yên  pistî wê jî  kesên xwedî kedeke mezin in di wêjeya kurdî de. (Ji bilî Necla Arî ku xwendevanek ji rêzê ye)

 Narîn Yukler dibêje "min helbestên xwe bi xwe wergerandine". Diziya kesekî nekiriye, helbestên kesekî /ê li ser navê xwe neşandine pêşbirkê bi qasî ku em dizanin. Heger endamên juriyê negihiştine baweriya ku ev helbest wergerin ev jî ji jêhatîbûna wergerê ye. Em dixwazin van rêzan ji e-maila Narîn Yukler ê ku wekî bersiva pirsên me ji me re rê kiribû bi were parve bikin, "piştî min xelat wergirt min dest ji nivîsîna tirkî berda. Gelek kovaran ji min helbestên tirkî xwestin, lê belê min ji wan re got ku, min dest ji nivisîna tirkî berdaye." (17.08.2018). Bi baweriya me armanca pêşbirkê piştî xwendina wê risteyê bi cî hatiye. 

Xelata li ser navê Arjen Arî helbestvanek ji zimanê tirki bi dûr xistiye, yek li zimanê kurdî zêde kiriye. Em baş dizanin ku Arjen Arî jî wê bi xwendina van rêzên Narîn Yuklerê bextewar biba. Bi hevoka Arjen Arî, Narîn Yuklerê jî "telaqê tirkiya kiriye destê wê" di warê helbestê de.

Wekî ku tê zanîn haya kesekî di juriyê de jê tuneye bê xwediyê dosyayan kî ne. Piştî ku endamên juriyê raya xwe eşkere dikin, navê xwediyê/a dosyaya yekemîn tê eşkere kirin. 

Bi qasî ku werger ne tercîh e di vê pêşbirkê de, "şertekî ku bibêje ku nivîskar helbesta xwe ji zimanekî din wergerîne kurdî nikare tevlê bibe" jî tune ye. Û di nirxandina dosyayan de welew ku wê wergerandibe jî haya kesî jê tune ye, ne pêkan e ku çêbibe jî. Wekî me got nav ne diyar in. Me rast û rê ji Narîn Yukler pirsiye ma helbestên ku wergerin berê çap bûne an na, bersiv ''Na'' ye.

Bi baweriya me pêşbirka ku li ser navê Arjen Arî li dar dikeve xizmetekê ji zimanê li ber dilê Arjen Arî  şêrîne re dike û handan e ji bo helbestvanên gencên kurd.

 Em wekî malbat û bi navê xwe yê berê, weşanxane û capxaneya  Evrenselê (ku ji destpêkê ve li vê pêşbirkê xwedî derketiye, paşê bi  KHK hatiye girtin) bi navê xwe yê nû Weşanên Sor, emê bi hev re vê pêşbirkê berdewam bikin, ji bo ku ev pêşbirk bê domandin malbat û Weşanên Sor tişta ji destê me bê em ê bikin. 

Îsal pêşbirka şeşemîn ji aliyê me û Weşanên SOR (ku weşanxaneyeke kurd e)  ve tê lidarxistin. Pirsa 'Bê çima dezgeh û weşanxaneyên din ên kurd di vê pêşbirkê de cî nagirin, lê xwedî dernakevin' bi baweriya me dikare ji wan bê pirsîn. Di 2013'yan de, gava cara yekemîn pêşbirk li dar ket çend dezgeh û weşanxaneyan têde cî girtibûn, hinek hatin girtin bi (KHK), hinekan jî xwe jê vekişand. Tu astengî li ber tu kesan, tu saziyan tune ye, heke bixwazin piştgiriya vê pêşbirkê bikin, lê xwedî derkevin.

Wekî encam di vê pêvajoya tund û zehmet ya ku em kurd têde ne, armanca vê pêşbirkê bi tenê xizmet e ji bo wêjeya kurdî.  Bi dîtina me ew dijayetî zirarê digihîne nirx û têkoşîna gelê me. Û bê hurmetiyek e li himberî  Arjen Arî û hezkiryên wî. 

Em wekî malbata Arjen Arî ji wê helwest û nêzikbûna dijayetîya tund xemgîn in û hêvî dikin her kes bi  berpirsyarî û pozitîf tev bigere. 

Li ser navê malbata Arjen Arî , xwişka wî Necla Arî,  kurê wî Behzat Brusk Arî"


Parve Bike

Youtube Me

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 09 2026

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

news
  • 03 09 2026

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
  • 03 09 2026

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Amed Sporê biryara kongreyê da

ad

Ev nûçeyeke xweş e: Zanîngeha Kobanî vebû

ad

Birca Belek û Cizîra Botan

ad

Foto-astrologê kurd Mîrza fotoyên hîvê yên herî berfireh û zelal kişandin

ad

16 tîmên Lîga Şampiyonan eşkera bî

ad

Klasîkek din hat: ’Şahnameya Kurdan Civîna Nemiran’

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

  • 14 09 2026
news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

  • 14 09 2026
news

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

  • 14 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname