Diyarname
Xelatgira Xelata Nobelê ya Wêjeyê jî diyar bû: Komîteyê nivîskar û lêkolînera ji Belarusê rojnameger Svetlana Aleksiyeviç hêjayî xelatê hate dîtir.
Komîteyê got ku wê di berhemên xwe de "nivîsa pirdengî û êş û cesareta serdema em di nav de ne kiriye abîde" loma ew hêjayî xelatê hatiye dîtin. Aleksiyevîç di dîroka Xelatên Nobeyê yên Wêjeyê de ev 14'emîn jin e ku xelatê digire.
Du pirtûkên Aleksiyeviç li Tirkiyeyê li tirkî hatine wergerandin. Ji wan " Nazi İşgalinde Sovyet Kadinlari" (Di dema dagirkeriya Naziyan de Jinên Sovyetê) ji Weşanên Evrensel û "Bir Nükleer Felaketin Sözlü Tarihi - Çernobil’den Sesler (Dîroka devkî ya felaketek nukleerê - Dengên ji Çernobîlê" jî ji Weşanên Aytaşi derketine.
Aleksiyevic di pirtûkên xwe de li ser hêvî û hestên mirovên serdema Yekîtiya Sovyetê û piştî yekîtiyê disekine.
Aleksiyeviç ku di 31'ê gulana 1948'an de hatiye dinê, heta niha pirtûkên wê li 19 zimanan hatine wergerandin. Wê dema li mala xwe kinc utî dikirin xebara girtina Nobela Wêjeyê girt.
Heta niha di warê neteweyî û navneteweyî de wê gelek xelat girtin. Vane ew
xelat.
- 1985 Xelata Nikolay Ostrovskiy - SSCB
- 1985 Xelata Konstantin Fedin -SSCB
- 1985 Xelata Komsomol - SSCB
- 1996 Tucholsky-Preis (İsveç PEN)
- 1997 Andrei Sinyavsky Prize]
- 1998 Leipziger Book Prize on European Understanding
- 1998 Friedrich-Ebert-Stiftung-Preis
- 1999 Herder Prize
- 2005 National Book Critics Circle Award, Voices from Chernobyl
- 2007 Oxfam Novib/PEN Award
- 2011 Ryszard-Kapuściński-Preis (Polish)
- 2013 Peace Prize of the German Book Trade
- 2013 Prix Médicis essai, La Fin de l'homme rouge ou le temps du désenchantement
- 2014 Officier D'ordre Des Arts et Des Lettres De La Republique Francaise
x
***
REKLAM:
Li ser 'Mîrîtiya Kurdan' dosyayek û gelek agahî