PASÛR
Li Şaredariya Pasûra Amedê tabele hatin guherandin û tabelayên bi kurdî û tirkî hatin daliqandin.
Şaredariya Sûra Amedê ya di destê BDP'ê de tabelayên xwe yên bi kurdî daliqandin. Hevserokên Şaredariya Pasûrê Metîn Dînar ligel Sadiye Sûer Baran gotin ku wê xizmetên pirzimanî bikin û wiha dom kirin: “Ger zimanê gelekî yê dayikê çi dibe bila bibe, bi wî zimanî jiyan û xizmet girtin mafê wî yê herî xwezayî ye. Emê bi zimanê dayikê yê hemû welatiyên ku li vir dijîn xizmetê pêşkêş bikin.”