HAYRİ DEMİR / AMED / DÎHA
Pêşmergeyên PDK’ê duh li Duhok, Zaxo û Hewlêrê bi ser navendên kovara Roja Welat, Navenda Gencên Welatparêzên Kurdistan ên li Hewlêr, Duhok û Zaxo, Saziya Jinên Azadixwazî Kurdistan (RJAK) a li Hewlêrê, navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de girtin û kilît li deriyên hemû saziyan xist û rûyê xwe yê rastî dîsa nîşan da. PDK'ê ku demekê bi Tirkiyeyê re li hemberî PKK'ê şer dikir, endamên PKK'ê li hemberî pereyan radestî destê leşkerê tirk kir, niha jî bi operasyon û êrîşên li hemberî saziyên kurdan polîtîkaya birafiroşiyê dimeşîne. PDK niha bi tevkariya AKP'ê wekî operasyonên "KCK" li dijî saziyan êrîşan pêk tîne.
Pêşmergeyên PDK’ê îro jî ketin û derketina wargeha penaberan a Ş. Rustem (Mexmûr) qedexe kir. Li aliyê din heyeta PÇDK'ê li parlamentoyê binçav kirin û piştî demekê serbest berdan. PDK ku heta niha her tem li hemberî yekîtiya gelê kurd û Kongreya Neteweya Kurd bûye asteng, her dem bi şerê li dijî PKK'ê, tevgera azadiyê dikeve rojevê. Herî dawî bi kolandina xendekan, girtina Pirê û ambargoyê ketibû rojevê. PDK ku niha jî bi operasyon û êrîşên li hemberî saziyên kurdan ket rojevê dîsa li şûna piştgiriyê bide gelê kurd, hikumeta AKP'ê û DYA da pişt xwe.
PDK, piştî PKK di sala 1978'an de hat avakirin li dijî PKK'ê ket nava dijberiyê û di sala 1983'yan de li Şamê bi PKK'ê re peymanabi navê "Rêgezên Piştevaniya 1'emîn a PKK-PDK'ê" îmze kir. Li gorî vê peymanê PDK, dewleta tirk wekî dewleta "faşîst", "dagirker" û "dijminê gelê kurd" dibîne". Dema PKK'ê piştî di 15'ê gelawêjê dest bi çalakiya çekdarî kir, PDK'ê gav bi paş ve avêt û peyman îhlal kir. PDK'ê piştî gav bi paş ve avêt têkiliyên xwe yên bi PKK'ê re qut kir û li dijî PKK'ê ket nava şer. Piştî bi PKK'ê re ket nava şer bi Tirkiyeyê re ket nava hevkariyê. PDK'ê li Wan, Culemêrg, Şirnexê ji welatiyan xwest ku ji PKK'ê dûr bikevin û bibin cerdevan.
PDK'ê li dijî PKK'ê dijberiya xwe îlan kir û piştî rêveberê PDK'ê Salman Sindi, di avrêla 1985'an de li herêma Şikefta Kera 8 endamê PKK'ê li cem TSK'ê gilî kir û piştî îxbarê endamekî PKK'ê jiyana xwe ji dest da û 7 endamên PKK'ê hatin girtin.
Piştî PKK di nava gel de mezin bû û belav bû, di 17'ê gelawêja 1985'an de fermandarê PKK'ê Hamit Avci, ji aliyê hêzên PDK'ê ve li gundê Edilbe yê Zagrosê hat qetilkirin û cenazeyê wî teslîmî TSK'ê hat kirin. Dîsa piştî hêzên PDK'ê li dijî PKK'ê Hizba Şiu'yu sor kir, hêzên Hizba Şiu di avrêla sala 1985'an de endamên PKK'ê kir kemînê û PDK bi Tirkiyeyê re ket nava hevkariyê. PDK'ê di 15'ê avrêla 1986'an de li Herêma Federal a Kurdistanê li dijî PKK'ê operasyon pêk anî, di sala 1987'an de peymana bi PKK'ê re îmze kiribû yek alî xera kir. Berpirsê PDK'ê Dr. Ehmed Barzanî, daxuyaniya "Em Tirkiye wekî dostê xwe dibînin" da û helwesta xwe ya li hemberî PKK'ê anî ziman. Mesûd Barzani jî li dijî PKK'ê şer îlan kir.
PDK'ê li dijî PKK'ê yekem car di sala 1991'ê de bi Tirkiyeyê re ket nava hevkariyê. Şêwirmendê Mesûd Barzanî Muhsîn Dizayî û Rêberê YNK'ê Talabanî, di 8'ê adara 1991'ê de hatin Stenbolê û bi Misteşarê MÎT'ê Teoman Koman û misteşarê Wezareta Derve Tugay Ozçerî re ketin nava hevkariyê. Piştre li Otela Palas a Enqereyê civîn pêk anîn û hevkariya xwe xurt kirin. Dema Serokomar Turgut Ozal bi balafirê çû Moskovayê diyar kir ku Talabanî hatiye Enqereyê.
Piştî PDK'ê li Tirkiyeyê bi MÎT'ê re peyman çêkir, li Zaxo, Dihok, Hewler û Selahaddinê yekîneyên îstîxbaratê ava kirin.
Dema Serokê DEP'ê yê Amedê Vedat Aydin hat qetilkirin Nûnerên PDK'ê û YNK'ê hatin herêma OHAL'ê Amedê û waliyê OHAL'ê Hayri Kozakçioglu ziyaret kirin. Tirkiyeyê ji bo Celal Talabanî û Mesûd Barzanî pasaportên dîplomatîk amade kir û rê li pêş hatina Tirkiyeyê vekir. PDK piştre li hemberî PKK'ê ket nava hevkariyek dijwar. Li Dihok, Hewlêr û Silêmaniye li dijî PKK'ê wekî herêmên ewlekariyê îlan kir. Di 8'ê pûşpera 1992'yan de nûnerê PDK'ê Xoşyar Zebarî hat Enqereyê ji Meclisa Tirkiyeyê xwest herêm wekî Hêza Çekiç bimîne.
Rêberê eşîrê ku Ocalan ziyaret kir ji aliyê hêzên PDK'ê ve hat qetilkirin
Di 27'ê pûşpera 1992'yan de Sadiq Omer, ku wekî welatparêz dihat zanîn û serokeşîr bû ji aliyê hêzên PDK'ê ve hat qetilkirin. Di heman demê de rêberê welatparêzên Amediyê Alî Şaban û serokê Eşîra Surçî Huseyin Axa Surçî ji aliyê PDK'ê ve hatin kuştin.
PDK'ê ku li hemberî kurdan polîtikayên birakujiyê pêk anî di 17'ê gelawêja 1992'yan de polîtika birafiroşiyê pêk anî û endamê PKK'ê Salman Alagoz, li Çelê teslimî TSK'ê kir. Dîsa PDK û YNK li hemberî PKK'ê bûn yek û di sala 1992'yan de li hemberî PKK'ê şer îlan kirin. Di 2'ê kewçêra 1992'yan de li dijî PKK'ê YNK, TSK û PDK bûn yek û oprasyona kolandinê dan destpêkirin. Di sala 1995'an de li bajarê Dublinê yê Îrlandayê di pêşengiya Îngilistan û DYA'ê de li dijî PKK'ê peymana "îxanetê" îmze kirin. Piştî peymanê di 14'ê gulana 1997'an* de TSK'ê bi tevlêbûna 200 hezar leşkeran li herêma Federal a Kurdisatnê li dijî PKK'ê operasyoneke mezin pêk anî. Operasyona bi navê "Çekiç Harekati" pêk hat, operasyona herî mezin a li hemberî PKK'ê bû. PDK çalak tev li operasyonê bû û li dijî PKK'ê şer kir. Di sala 1998'an de jî dîsa di operasyona Murad de peşmergeyên PDK'ê çalak tev li operasyonê bûn.
Leşkerên tirk di 16'ê gulana 1997'an de bi hevkariya PDK'ê li dijî Dezgay Jiyan û Awedan (DJAK) a Heyva Sor a Kurdistanê, Navenda Giştî ya YNK'ê, Şaxa Hewlerê ya NÇM'ê, Nûneriya PKK'ê, Komeleya Yekîneya Jinên Azad (YAJK) û rojnameyên Welatê Roj êrîşa çekdarî pêk anî. Ligel 9 endamên PKK'ê yên bi giranî birîndar bûn, rojnamger, hunermend û siyasetmedaran bi tevahî 52 kesan jiyana xwe ji dest da. PDK'ê herî dawî di sala 1997'an de bi Tirkiyeyê re peymana tank û helîkopterên şer çêkir û sînorê xwe ji bo TSK'ê vekir.
PDK'ê di 1998'an rola xwe di operasyona li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de lîst. Di 17'ê rezbera 1998'an de PDK û YNK'ê peymana Washingtonê îmze kirin û li dijî Ocalan operasyon pêk hat.
PDK'ê di 9'e sermaweza 2008'an de bi Tirkiyeyê re peyman çêkir û biryar hat girtin ku têkiliyên xwe bi PKK'ê re qut bik û dijberî vê yekê şerê taybet ê derûnî bide meşandin. Piştî vê yekê destûr nehat dayîn ku Yekîtiya Kongreya Kurd pêk bê. PDK her dem ket nava hewldana parçekirina yekîtiya gelê kurd û petrol û xaza xwezayî pêşkêşî Tirkiyeyê kir.
Herî dawî di di 16'ê sermaweza 2013'yan de li ser daxwaza Serozwezîrê Tirkiyeyê Erdogan Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî hat Tirkiyeyê û bi AKP'ê re 4 peyman îmze kirin.
Piştî van peymanan li dijî PYD'ê şerê taybet da meşandin dest bi kolandina xendekan û ambargoya sînor kir.
Herî dawî jî duh li dijî saziyên kurdan operasyon pêk anî û kilît li deriyê saziyên kurdan xist.
Têbiniya Diyarnameyê:
* - Li gor Wîkîpedîayê ev operasyon 14'ê gulanê dest pê kiriye û heta 7'ê tîrmehê dom kiriye. Aliyê tirk îdîa dikin ku 2.730 PKK'yî hatine kuştin û 415 jî jê hatine girtin. Dîsa TSK îdîa dike ku di vê operasyonê de 114 leşkerên wan hatine kuştin, 338 birîndar bûne, 2 firokên wan hatine daxistin, her wiha 200 jî pêşmergeyên PDK'ê hatine kuştin.
- Me dest nedaye naveroka nivîsê. Me tenê navên mehan li gor xwe guherandin.
**
Nûçeya eleqedar:
- KCD: Divê PDK ji gelê kurd lêborînê bixwaze


