AMED
KCD'ê bi daxuyaniyeke serdegirtinên Asayîşa PDK'ê yên duh li dijî sazî û rêxistinên kurdan ên li Başûr şermezar kir û destnîşan kir ku divê PDK ji ber van serdegirtinan ji gelê kurd lêborînê bixwaze. KCD'ê got, 'PDK ew çend ji aliyê siyasî ve kor bûye, ku nabîne ev yek zerarê dide wê bi xwe."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî operasyonên duh ên Asayîşa PDK'ê li Hewlêr, Zaxo û Duhokê li dijî nûneriyên KNK, PÇDK, DÎHA, Rojî Welat, RJAK û Ciwanên Azad da û destnîşan kir ku ev serdegirtin û binçavkirin, operasyonên 'KCK' yên li Tirkiyeyê tîne bîra mirovan.
KCD'ê ragihand ku PDK ketiye nava korbûneke ewçend mezin a siyasî, ku nikare bibîne ev hewldanên wan zerarê dide PDK'ê bi xwe.
Kongreya Civaka Demokratîk diyar kir ku di demeke ewçend girîngî bi yekitiya neteweyî ya Kurdan heye de, ev polîtîka û sekna PDK'ê, zerareke ciddî dide pêşeroja demokratîk a Rojhliata Navîn û siberojên azad ên gelê Kurd.
KCD'ê bang li PDK'ê ku tavilê dest ji van polîtîkayên zerarê didin yekitiya neteweyî berde û got, "Ji ber van polîtîkayên şaş, pêwîste PDK ji gelê Kurd lêborînê bixwaze û binçavkiriyan serbest berde.
Em van polîtîka û pêkanînên PDK'ê yên derbê li têkoşîna azadî û demokrasiyê dide û xizmetê ji polîtîkayên emperyal re dikin şaş dibînin û şermezar dikin. Em bang li tevahiya gelê û saziyên Kurdistanê dikin ku yekitiya neteweyî xurt bikin û li dijî van polîtîkayên şaş ên PDK'ê helwestê nîşan bidin."