Diyarname
Ebdurrezaq Bedirxan xwedî çîrokek balkêş e di serê sedsala 20'an de. Niha kovara "Kurt Tarîhî" ew xistiye berga xwe ya vê hejmarê.
Kovara "Kurt Tarîhî" ku sê mehan carek bi tirkî û kurdî derdikeve bi hejmara xwe ya 48'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Ev hejmara kovarê ya avrêl-gulan-pûşper hinek bi derengî derket. Kovarê vê hejmarê de Ebdurrezaq Bedirxan xistiye berga xwe. Lêkolîner û zimanzan M. Malmîsanij bi sernavê "Mohra 'Qomîta Kurd' a bi dîroka 1914'an û Têkoşîna Ebdurrezaq Bedirxan" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Nivîseke din a li ser Bedirxaniyan jî ji aliyê Vahap Çoşkun ve hatiye nivîsîn. Coşku wekî mînakek ji bo neteweperestiya kurd Emir Bedirxan nîşan daye û nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Ji nivîsên din Mehmet Şimşek li ser keldanî û suryaniyên Amedê nivîsa xwe nivîsiye. Şimşek bi ser rojnameyên ku li Amedê bi tîpên suryanî derketine mijara xwe girtiye dest.
Engin Korkmaz jî li ser nastûriyên Culemêrgê nivîs nivîsiye û ketiye nava dîroka wan.
Ji bilî ev nivÎsên bi tirkî, di vê hejmarê de du nivîsên bi kurdî cih girtine. Ji wan Rohat Alakom bi sernavê "Cimaet distrê û govendê digerîne (Komên kilam û reqasê li Sovyetê)" berê xwendevanan dîsa dide kurdên Sovyetê û çanda wir. Nivîsa din jî Nihat Gultekîn nivîsiye ku wî jî berê xwendevanan daye kurdên Sovyetê. Gultekîn bi sernavê "Dengbêjê dengbêjan yê Radyoya Yêrêvanê: Reşîdê Baso" nivîsa xwe belav kiriye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
GSM 0541 391 81 49
E-mail kurttarihi2017@gmail.com / www.kurttarihidergisi.com


