Kobanî
Piştî rizgarkirina Girê Miştenûrê ku cihê stratejîk ê Kobanî ye ala kesk, sor û zer ku ala TEVDEM'ê ye hate daliqandin.
Şervanên YPG/YPJ'ê 19'ê vê mehê ev gir ji çeteyên DAIŞ'ê bi paş ve girtin û ew ji wir qewirandin. Niha aleke 75 metreyî dirêj a TEVDEM'ê wekî ala azadiyê bi dîrekê ve daliqandin. Kurdên li ser sînor li gundên wekî Mehser û Miseynter nobetê digirin bi coş al pêşwazî kirin.


