Kazim Polat
“Ziman, wesaîteke xwezayî ye, ya ku pê mirov di nav hev de tekiliyên xwe pêk tîne û pê hev fêm dike ye. Avahiyeke ku ji dengan bi rêz û rêbazên xwerû pêk tê.” Ev pênasa zimên a klasîk û gelemperî ye.
Di pênasa pergela burjivazî ya klasîk de neteweyek ji çar hîmên binyat yên ku hemziman, hemwelat, hemçand û hembazar tê navkirin pêk tê. Ziman ji van hîman ya herî girîng e.
Tê zanîn ku zimanê neteweyî; jiyîn, çand, bawerî, kevneşopî, hebûna di dîrokê de, perwerdeyî, awayê rabûn û rûniştin û lixwekirin û xwarin û her tiştên ku bi wî netewe ve tekilî heyin di nav xwe de vedişêre. Zimanî neteweyek tevgirtina neteweyê ye. Ziman, heyîn û hebûnên wê neteweyê diparêze.
Ji bo ku ziman her tiştên neteweyên wî zimanî di navbera xwe de bi cih kiriye; em dikarin bêjin çi di dinyaya wê neteweyê de heye, di wî zimanê wê neteweyê de hatiye qeydkirin. Belkî ji bo vê hatiye gotin: “Zimanek dinayek e.” Kî ku bi çend ziman bizane bê ew qas dinyayên xwe heye; yan jî ji ew qas dinyayan agahdar e.
Em dikarin bêjim dinyaya kurdan (jiyîn, çand, bawerî, kevneşopî, hebûna di dîrokê de, perwerdeyî, awayê rabûn û rûniştin û lixwekirin û xwarin û hwd) jî di zimanî kurdî de hatiye veşartin.
Dagirkeran berî her tiştî welatê kurdan nav hev de par ve kirine û dagirandine. Paşê dest bi dagirandina hebûnên kurdan kirine. Dagirkeran dikaribûn her tiştê kurdan bikin malê xwe, lê ziman nedibû malê dagirkeran û nedixwestin ku kurdî hebe û bijî; ji bo ku ziman binyata hebûna neteweya kurd a herî girîng e. Heta ku ew zimanê kurdî ji holê renebibe, ne heta nehatiye ji bîrkirin û ne mirî ye, neteweya kurd raste rast nehatiye bindest kirin. Ji bo vê yekê, dewletên dagirker bi her îmkanên xwe dest bi perwerdeyiya zimanê xwe kirine. Ev jî gava dagirandina civat û mîrovên kurd bû.
Piştî van pênas û tespîtên gelemperî niha dixwazim bêm ser mijara xwe ya esasî:
Kurd li her parçayên Kurdistanê bi zimanekî biyanî perwerde bûne. Xwezaya ku dema kurdek hînê xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibe, ferhengek kurdî û zimanî biyanî yê ku pê perwerdebûyî pêwîst e.
Ez dixwazim bi taybetî li ser rewşa kurd û kurditiya bakur bisekinim.
Niha di dest min de du ferhengên kurdî yên ez jê bawer û fêde dikim hene. Yek ya D. Îzolî ye, ya din îsal min li Stenbolê stand; a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Carinan jî ferhenga di înternetê de alîkariya min dike. Ji van bêhtir min hê pir ferhengên kurdî dîtin, lê hemû bi kurdî-tirkî bûn.
Em kemasiyên zimanê xwe yê zikmakî berteraf dikin; nivîs û xwendina zimanê xwe, ser zimanek din re hîn dibin. Ev, bi dîtina min çewtiyeke pir mezin e; ji bo ku têgînên peyvan di her zimanek de li gorî mantiqa neteweya wî zimanî ye.
Peyvek tiştek nîşan dide. Lê her zimanek de têgîna wî tiştî, bi tekîliya civata wî zimanî û wî tiştî çêdibe. Di bîr û baweriya mirov de ew tişt ne tene ew tişt e; agahiyên ku ji wî tiştî hatiye girtin di bêjinga bîr û baweriya wî neteweyî re derbas dibe û bi awayek ji nû ve tê çêkirin. Em bi peyvek ew avahî ya ku ji nû ve hate çêkirin bi nav dikin. Ew avahî bi xwe têgîn e. Peyv hem ew tiştê derveyî hem jî têgîna ku di bîr û baweriya me de nîşan dide.
Tiştê ku tê nîşandayîn ji bo her kes û her neteweyê yek e; lê têgîn ji bo kes û neteweyan ne yek e. Dema ku ez peyvek kurdî bi ferhengek tirkî-kurdî hin bibim; peyva kurdî bi têgîna tirkî hîn dibim. Ji bo ku ez peyva tirkî ya ku ez zanim têgin û mantiqa tirkan hatiye lêkiriye. Peyva kurdî ya ku ji ser ferhenga tirkî hîn bûm bi têgîn û mantiqa tirkan di mêjiyê min de cih digire.
Gotineka pêşiyên çîninyan heye, dibêje: “Mînandin bê çewtî nebi; bê mînandin vegotin nebi.”
Mînak: Ji bo kesek ji civatek bajarî têgîn an jî wateya ku li peyva “berf” dide ji kesek gundî wekî din e. Di têgihîştina bajariyek de “berf” romantîzm e, li betlaneyê de sporên berfê kirin e; xweşî û şanî ye. Lê ji bo kesek gundî “berf” an jî têgîna wê ji bo bihar û havînê av e; di zivistanê de dijwarî, zor û zemadî ye; tirsa lênekirina zad û ardû ye.
Dema ku ez li Stenbolê diçûm Zanîngeha Stenbolê beşa fîlozofiye, di dersek de li ser têgînan em disekinîn. Têgîn li gorî çanda ku mîrov tê de diguhere gotibû mamostayê me. Mînakek dabû: Lêkolînek li ser peyva “aştî” hatiye çêkirin. Li sê grubên gel, ji gundî, bajarî û rewşenbîran hatiye pirsîn ku “ji aştiyê çi fêm dikin?”
Gundiyan ji sedî nod pirtir bersiva “aştî, lihevhatina dozbarên nav gund e” dayî ne. Bajariyan jî gotina “aştî, di welat de tu dijminatî û tu gengaşî nebûyîn e.” Û rewşenbîran ji sedî nod zêdetir gotine: “Aştî, dinyeyeke bê şer, bê kadxwer û biratiya mirovahiyê ye.”
Gotina dawî: Pêwîst e ku êdî di destê me de ferhenga kurdî ya kurdî-kurdî hebe. Her peyvên ku em hîn dibin bi têgîna kurdan a “jiyîn, çand, bawerî, kevneşopî, hebûna di dîrokê de, perwerdeyî, awaya rabûn û rûniştin û lixwekirin û xwarin û her tiştên” kurdan ve têkildar hîn bibin.
Wiha nabe, emê bi peyvên kurdî lê bi têgînên zimanek biyanî bifikirin; ramanên tirkî bi peyvên kurdî bînin zimên. Ev bi sînorên zimanek biyanî kurdî bi sînor kirin e. Divê ku sînorên zimanî kurdî, bi sînorên zimanek din neyê girtin. Her zimanek sînorên xwe xwe bi xwe tespît dike.
Ji zû vê pêdiviya me bi ferhengên kurdî-kurdî hene. Yek du ferhengokên kurdî-kurdî hene, lê divê ferhengên kurdî-kurdî hebin, hejmara wan zêdetir bibin.
***
Nivisên Kazim Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Midurê dibistanê tê bîra min
- Min di xewnê xwe de zimanê xwe dît
- Serhildana Mamadalî yê Qasiman
- Divê em vê bê heqiyê li xwe heq nekin
- Ez mecbûrî zimanî kurdî me