logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû
  2. Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin
  3. Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû
  4. Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket
  5. 'Artakalan' û yên din
news-details

Nalînên Berdirxan Sindî û Korona

Mîrê vîrûsan korona paşa. Hez dikim zanyeriyek bidim ji bo cenabê te. Em kurd ne dewlet in, da bizanî. Mêvaniya te ya bi

  • Dîrok: 29/03/2020
  • Beş: Covit-19

Yeko Ardil

Di vê serdema bobelata vîrusa koranayê de yek ji babetên ku herî zêde di navenda gotûbêj û nîqaşê de ye, babeta pergala rêveberiya civakî ye. Bivênevê li ser rûyê zemînê qeyranek heye. Hind kes vê wekî şerekî jî bi nav dikin û wekî şerê mirovahiyê yê li dijî vîrûsê pênase dikin.

Hind kes jî vê wekî liberxwedana xwezayê ya li dijî êrîş û têkbirina mirovan jî bi nav dikin. Bi herhalî û mîsoger e ku eger mirovahî bikare xwe ji destê vê êrîşkarê rizgar bike jî, wê pergala cîhanê ne wekî ya berê be. Vîrûs her çiqas herî zêde bûbe sedemê mirina kal, pîr û hejaran jî, bêguman bêvila serdestên cîhanê jî di erdê re xiriqand.

Gelek alî û deverên ku di rih û giyanî de sosyalîst bûn, lê ji ber êrîşa piralî ya pergalên serdest yên li ser hizra sosyalîzmê bi awayekî şermînî sosyalîstiya xwe dinihirandin, niha êdî bi dengekî bilind dibêjin: “Tekane riya çarseriyê komunîzm e.” Helbet sedemên wê jî yek bi yek datînin holê. Rojnameger Arzu Demîr di quncika xwe ya di rojnameya me de bi ser navê ‘Yan Komunîzm an jî tunebûn’ nivîsiye. Demîr bi gotina pêşenga navdar a komûnîst Rosa Luksemburg ku gotibû: “Yan hovîtî yan sosyalîzm” jî îdîaya xwe palpişt dike.

Demîr dibêje li hemberî vîrûsa koronayê helwestên dewletên kapîtalîst li holê ne, ne tenê dewlet, her wisa ‘welatiyên’ ku qaşo afirandine jî diyar e.

Belê dewletên kapîtalîst ku herî kêm 5-6 sal in der barê vê sawdariyê de hatibûn hişyarkirin, bi awayekî zaneyî siyaseta ‘raweste û bibîne’ bi rê ve birin. Helbet bi awayekî zelalî nayê zanîn. Dibe ku li benda têkçûn û rûxandina aboriya Çînê bûn, dibe ku dek û dolabên din di nav de hebin. Lê bi awayekî fermî Enstîtuya Koch a Almanya rapora ku berî çend salan kîte bi kîte û bi berfirehî amade kiribû û pêşkêşî hikumeta Almanyayê kiribû careke din eşkere kir. Li gel vê rastiyê jî tu dewlet û hikumet nikare bibêje ku haya wan jê nebûye. Wekî tê zanîn bi dehan caran jî eşkere bû ku Amerîka guhdariya piraniya dewletan dike û polîtîkayên wan yên veşartî jî ji nêz ve dişopîne.

Niha li Îtalyayê li gorî temen û rewşa tenduristiya mirovan ji mirinê re amade dikin. Ango ew kesên ku di tevahiya jiyana xwe de xebitîne, pere dane dewletê û malnişîn bûne. Niha dewlet ji wan re dibêje: “Mixabin, divê hûn berî yên din bimirin!” Li aliyê din bi mîlyaran kesên li cîhanê derman deyne alîkî nikarin sabûnê bikirin hene, sabûn deyne alîkî nikarin avê peyda bikin. Ev kapîtalîzm e û li dijî vê vîrûsê jî bi tu awayî wekhevî nîn e. Wê demê kesên bi komunîzmê bawer in dengê xwe li dijî vê bê edaletiyê bilind dikin.

Li aliyê din xwişk û birayên me yên ku xwe wekî neteweperwer jî dihesibînin, lê li hemberî amborgoya PDK'ê ya ku ev gihîştiye salek a li ser Wargeha Mexmûrê jî bêdeng in. Gava ev babet tê holê yekser nerazî dibin û dibêjin: “Wey we ji vê vîrûsê jî pevçûneke îdeolojîk derxist.” Heyran ne em derdixin, ew gelê ku hûn xwe wekî parçeyek ji wî jî dihesibînin, wê di encama vê vîrûsê de li Mexmûrê kokbir bibe. Nan nîn e, av nîn e, derman nîn e, derketin û ketin jî qedexe ye. Ka wekhevî, ka neteweyî, kanê xwişk û biratî? Heta niha bi qasî çivîkek jî be deng ji we derketiye?

Li ser babeta vîrûsê Dr. Bedirxan Sindî hêlwestek belav kiriye. Ew helwest pir li bejn û bala vê serdemê ya Kurdistanê tê. Wiha dibêje hêja Sindî: “Vîrûsa korona minê zanî tu li nav dewletan digerî. Dewlet ji bo dewletê diçî bi mêvanî. Mîrê vîrûsan korona paşa. Hez dikim zanyeriyek bidim ji bo cenabê te. Em kurd ne dewlet in, da bizanî. Mêvaniya te ya bi fêhm pir rêzdar e, welê ji me negire. Tu li ser serê me, li ser çavên me bêyî. Welê em ne hêjayêt hindê ne. Em ne dewlet in, erê em ne dewlet in. Em çû nîn in, bawer bike. Çû nîn in. Mane tu bi hemû zimanan dizanî. Pirsyar bike ka em dewlet in, em çû nîn in.

Paşayo xwe bi me ve newestîne. Tu ji çare û dermanan bihêztir î. Derman li cihê me karê siyasetmedaran e. Warê me ne hêjayê silava te ye, em hêşta çû nîn in. Ne me text e ne me tac e. Taca te ya zêrîn bi qeyd û bi mercan e. Em ne civak û ne komelgeh in. Em hinde zarok in, bê mak in. Ne em ne civak in. Me çû nîn e, ji xwe pênase jî me nîn e. Em ecêbahî ne. Nîvek dixwe û nîvek jî birsî ne. Nîvek me diz e û nîvek me jî xulamên dizî ne. Dûr bikeve xwe bi me ve newestî ne. Em ne wekî çû kesî ne."

Ne pêkan e mirov vê feryada ji dilê rewşenbîrekî kurd jinedîve bê û guhên xwe lê bigire: ‘Hindek ji me diz in û hindek ji me jî xulamên dizî ne.’

28.03.2020, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Ummu Gulsum...

news

Amedspor çima têk çû? Va ne çend not?

news

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news

Dawîya vê hefteyê çi li ku heye?

news

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
Covit-19 - Nivîsên Dawî
news
  • 10 05 2021

Tirsa ji derziyên li dijî Covîd-19’ê

news
  • 30 06 2020

Gotinên Bi Rûdank

news
  • 11 06 2020

Pandemî û kulekên nû

news
  • 01 05 2020

Rewşa Misirc û Xerzan di dema koronayê de

news
  • 30 04 2020

Li Swîsreyê 'Qedexekirin qedexe ye'

news
  • 27 04 2020

Çûyîna Sûkê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Wexta tu hat malê, xwe jî bi xwe re bîne

  • H. Kovan Baqî
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Helbestek ji Mahmud Dervîş

ad

Zimanê galî û kurdî li Amedê tên ba hev

ad

Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de nifşê 68'an

ad

3 neviyên Şêx Seîd Bûn şaredar

ad

Bernameya “Rojên Wêjeya Berawirdî’ ya Amedê eşkere bû

ad

Li nexweşxaneyê şewat: 11 zarok mirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû

  • 21 11 2026
news

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

  • 21 11 2026
news

Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû

  • 21 11 2026
news

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

  • 22 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname