Diyarname
28'ê vê mehê salvegera komkujiya Roboskî ye. Di vê salvegerê de li 11 bajaran pêşangeha ji wêneyên Roboskî vedibe.
Galata Fotografhanesi, Fotograf Akademisi, Fotograf Vakfi, Klûba Fotografkeşên Wanê û Narphoto bi hev re pêşangeha wêneyên ji komkujiya Roboskî organîze dikin.
Bi organîzeya van saziyan roja 28'ê mehê dê li 11 bajaran pêşangeha bi navê "Komkujiya Roboskî ya Kiryarê wê Diyar e" vebe. Di pêşangehê de wêneyên 11 fotografkêşî cih digirin.
Bajar û cihên ku dê pêşangeh lê vebe bi vî rengî ye:
- Stenbol: Karşi Sanat
- Amed: Diyarbakir Sanat Galerisi
- Enqere:Sanat Yapi Evi
- Qoser: Salona Pêşangeha Naevnda Edut a Mehmet Yalçin
- Wêranşar: Naenda Çanda Medê
- Mêrdîn: Salona Pêşangeha Şaredariya Akdenîzê
- Wan: Çarşiya Binerd
- Îzmîr: Li ber Sumerbanka Berê:
- Roboskî: Li gund
- Berlin
- California