Diyarname
Yekîtiya Nivîskarên Sporê yên Cîhanê (AIPS) tenîskara navdar Ana Ivanovîç wekî 'Lîstikvana tenîsê ya herî serketî ya 2008'an' hilbijart.
Li 150 welatan 9100 rojnamegerên endamên saziyê bi dengên xwe tenîskara sirb Ana Ivanovîç derxist ser lîsteyê. Ivanovîç li dinyayê di rêza tenîskaran de di rêza yekemîn de cih digire.
Ivanovîç li ser xelatgirtinê wisa got: "Ji ber ku AIPS'ê min ji bo vê xelatê guncav dîtiye ez gelek serbilind im."
Tenîskara delal digel ku di Wimbledonê ku hefteya borî xelas bû de têk çû jî hê bi pûanên xwe di rêza yekem a tenîskaran de ye.


