Denîz Şan
Marên Dehaqî Mejiyan dixwin. Ew mejiyên ku di çaxûbenga ciwaniyê de ne. Bi rêya vê xwarina mejiyan marên ser piyên Dehaqî yên ku sembola xerabiyênin an wekîlên şeytênin dijîn û kedî dibin -Ez bawer dikim hûnê doza vegotina çîrokan, an efsaneyan, an destanan ku Marên Dehaqî tê de derbas dibin li min nekin, dibe ku haya we jê tunebe lê ne kêşeya teknolojî pir pêşiketiye, pirtûk li her derê hene- Her çiqas goşt û laş li ser mejî bi bandor bin jî xwediyê peyva dawî Mejî bixwe ye. An mejî di destê kê de be xwediyê peyva dawî ew e. Ku Mejiyên Gelekî an Mirovahiyê di çax û benga ciwaniyê de bên xesandin, kê xesandibe xwediyê peyva dawî ew e. Qet nebe marên Dehaqî ew mejî dixwarin û ew ji nav jiyanê derdixistin. Qet nebe piştî digihîştin emrê tekabulî ciwaniyê ew dixwarin. Mixabin marên vî zemanî roja ku ji dayik dibin (tew belkî hîn di zikê dê de) dest bi xwarinê dikin. Marên Dehaqî ên niha, wekî vîrusan, maran li hev zêde dikin. Îja tu bibê nebê di vî zemanî de amûr û çek û metod û rêbaz ne wekî wî zemanê ku maran (marên Dehaqî) mejî dixwarin. Niha marên ser piyên Dehaqî pir bûne lê em dikarin çend hebên berdest ku wexta mirov mejiyê xwe hinekî vedizelîne zû lê hay dibe, wekî sereke bigire.
Yek ji wan maran “Perwerdehî” ye. Helbet wexta ku mirov nû dibihîse di mejiyê mirov de beramberî perwerdehiyê qenaetek baş û pîroz xwe beloq dike. Mirov di kêlîka ewil de martiyê lê danayne. Lê mixabin di vî zemanî de marê herî karîger û serkeftî û heta; xurek perwerdehî bi xwe ye. Çima? Ji ber ku tu raman, an tu ol, an tu milet, an tu cemaet an tu … qêmîşî werîsê ku di destên wan de ye nakin. An eşkere, an veşartî, an bi dil, an bi zorê; berî her tiştî werîsê ku serê wî di destên wan de û xilboqiya wî di stûyê sempatîzan, an şopîner an dilxwaz an bawermend an… an … ên wan de zexm, mayînde û kedî dikin. Pir qilasîk e lê ezê bêjim: “ji ber ku bawerkirin ji fikirînê hêsantir, aramtir û bi zewq û tatmîntir e” gelek mirovin jî vî werîsî pir baş diezibînin. Fikirîn, lêpirsîn û gumanbarî; êş û bêaramiyê ji hembêza xwe kêm nakin. Lê baweriya teqez ji ber ku hinekên din ji dêvla mirov çalakiyên ramanî gişî dikin, mirov qet na tahibe. Çi ku armanca herî mezin zexmkirina werîs be kêm takekes dikarin werîs bibînin, an li hebûna werîs mikur bên, an terka wî werîsî bikin, an wî werîsî biqetînin, an jî xelasiya xwe ji werîsekî bikin û nekevin feqa werîsekî din. Wexta ku perwerdehî ne ji bo azadiya -di cenabê takekes de- mejî be, ne ji aliyê şênber tenê ji aliyê razber jî “masî girtinê” rê mirovan nede û li gel xerakirina hin tabûyan hinekên din çêbike ev ne mar e lê çi ye? Ev ne mejîxurî ye lê çi ye? Helbet ez malbatê jî ji vî marî dihesibînim.
Ezê qala marekî din jî yê Dehaqî bikim. Gelo bikaranîna Ol’an a li ser mejiyan ne mejîxurî ye çi ye? Ez nikarim bi dilekî bê guman bibêjim; Ol mejîxur in. Lê “bikaranîna Ol’an” ji “mejîxuriya maran” xeternaktir e, ji ber ku ev bikaranîn li pêvajoyek bê serûber bela dibe, û lê haybûn jî pir zehmet e. Piştî demekê ewê ku mejiyên wan tên xwarin bi xwe dibin belavokên ku mejiyan ji bo xesanker re didin hev. Û ji ber ku dixwazin yên wekî wan pir bin bi jêhatîbûnek ecêb dixebitin. Ol bi nuansin biçûk vediguhesin werîsan û dikevin stûyê mejiyan, wan li gor dilên xwe virde- wêde dikişînin.
Marê sêyem –helbet qûna wan bi hev ve girêdayî- “Medya” ye. Televîzyon, sînema, radyo, rojname, xweziya mirov bi “perwerdehî” û “bikaranîna olan” tîne. Ji ber ku mirov bi vînek jixwerazî dikeve xilboqiya werîsan – ne “werîs” ha! “werîsan”- û qene di perwedehiyê de bêhemdî be jî carinan mirov li rengên azadiyê radiweste. Medya çaralî dora mirov digire û mejiyî, bi pûçkirinek bêhempa bi xapandinek heta tu bibê binhişîn dike hezkiriyê werîsan. Kurt û kurmancî dike ku dibe em jî çêçikekî/ê an marmarokekî/e Dehaqî bin tew haya me ji me tune be.
***
Nivîsên Deniz Şan ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- KAKÛNÎ


