• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

*KAKÛNÎ

Dîrok : 26 08 2013 | Beþ :

Serbest

Denîz Þan

Hinek rewþên derûnî hene ku mirovî li xerakirin û rûxandina alav û tiþtan (derî, piyale, kefçî) diengizîne. Mirov dibê “bêhna min teng e” û mirov bi derî û piyaleyan dikeve. Ji sedemên ev rewþan yek jê veqetandina yarê ye. 

Carinan bêrîkirina hinekan e, belkî jê dûrketina hevalekî be, yan jî berdana cixareyê be û hwd. Em dikarin mînakan zêde bikin. Hay û bala mirov ji mirov çênabe lê yên dora mirov dibêjin "hi! binêre kakûniya filan tiþtî dike”, yan jî “kakûnya filan kesî dike”. 

Gava mirov jêderkên vê peyvê dikole, fikirîn li peyva “ka li ku yî” diqewime, lê belê ev “ka li ku yî”, “ka li ku yî”yeke bê haydarî ye, yanî lêgerînek binhiþîn, lêgerînek li xwe mikur nehatî ye. 

Lêgerînek heye lê ew ê/a ku lê digere xwe bi xwe li xwe mikur nayê ku “lê digere” û ji xwe bela ku haya wî/wê jê tuneye ku lê digere -yan jî haya wî/wê jê çêbibe jî nikare xelasiya xwe ji vê bike- ev rewþ bi “legerînê” nikare bê nimandin. Ji ber ku ji “lêgerîn”ê re haydarî û zanebûn divê, lê “kakûnî” lêgerîneke li xwe mikur nehatî ye, lêgerînek hay ji xwe tune ye, lêgerîneke ku xelasî ji dest nabe ye. 

Em dikarin mînakeke zelaltir jî berbiçav bikin, ev mînak li ser zarokên ji þîr tên vekirin an jî ji memik mêtinê tên vekirin, an ji dêya xwe dûr dikevin, an ji hevalekî ku pêre pir-pir dilîste dûr bikeve: Zarok digirî, nih-nih ya dike, nan naxwe, ranakeve û hwd. Ew dema mirov dibêjin “hi! binêre ev zaroka/ê reben kakûniya memikê/pêsîrê/heval/ dêya xwe dike. 

Yanî em wiha bêjin: Jiber bêrîkirin an tunebûna tiþtinan an jê dûrketin û veqetandin a/kesinan/rewþinan bê hiþmendî û mirov hay ji xwe tunebe yan jî mirov lê hay bibe jî xelasî ji dest tunebe, mirov bikeribe û bi tiþtan an jî bi hinan û heta bi xwe keve. 

Ez dixwazim bibêjim ku ev peyv di nav zanista derûnî de li texma “yoksûnlûk hîssî” ya tirkî ye lê jê bezatir, fodiltir û piralîtir e. 

Kakûnî ji kakûniya mezintir û piçûktir hene, kakûnî ya herî kakûnî, kakûniya herî kompleks û mezin –haya tu kesî jê tune ye- kakûniya cenaban, kesan, mirovan a “kakûniya xwe” ye. Lêgerîna li kesayetiya xwe lêgerînek seyr e. Kambaxî û jana ku mirovî ji kûr de diguvêþe ji destê “kakûniya xwe” ye. Ji ber ku mirovî çuquwa veþêre jî, li xwe digere û dixwaze xwe bibîne, di tiþtên di derbarê xwe de bigihîje, di encamê de xwe nas bike; ku bikaribe ji xwe hez bike, an jî xwe bigihîne rewþek werê ku bikaribe xwe bixwe ji xwe hez bike. Ji xwe ku mirov bêyî xwe xapandin û derew li xwe kirinê ji xwe hez bike reng e ku (diyar e) ew mirovî xwe nas kiriye û ji çarmîx a “kakûniya xwe” xelas bûye, pinpinîkên azadiyê êdî li ser dil, mejî û helwest û jiyîna wî difirin. Yanî mirovî êdî xwe gîhandiye xwe, ji xwe ne dûr û veqetandiye. 

Gelek mirov dibên qey me dev ji vê lêgerînê berdaye an jî, ji xwe ez xwe nas dikim û ez pir ji xwe hez dikim. Lê belê a rast ew e ku mirovî her tim kakûniya xwe dike. Pir-pir kêmin û hîn min tu mirovên xwedî pinpinîk seh nekirine. 

Em dikarin bibêjin metaforeke dewlemend, hêmayeke xwedî gencîneye KAKÛNÎ. Lê li ba dilê min têgîneke ku ji helbest, derûnî û felsefeyê re bi bah hembêz vekiriyake ye. 

*Ev bêje li der dora Herêma Çiyayê Mazî -Dêrik û Þemrex- tê bikaranîn. 

 

denizsan47@gmail.com

 


Hûn dikarin li van jî binêrin

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji...

11 08 2022

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur...

10 08 2022

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Ev jî hene

Partîsîp û Raweyên Neragihandinî di Kurmancî de

Partîsîp û Raweyên Neragihandinî di Kurmancî de

16 05 2020

Li ser çîroka H.Kovan Baqî 'Bêexlaq'

Li ser çîroka H.Kovan Baqî 'Bêexlaq'

27 01 2021

KONFERANSÊ KIRMANCKÎ SER O

KONFERANSÊ KIRMANCKÎ SER O

13 07 2012

Biyotîk: Dîrok, komele û zagonên wê

Biyotîk: Dîrok, komele û zagonên wê

03 09 2010

Serokê Meclisa Gel a Rojava: Di 6 mehan de wê hilbijartin pêk werin

Serokê Meclisa Gel a Rojava: Di 6 mehan de wê hilbijartin pêk werin

16 08 2013

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname