Diyarname
Platforma ji bo Rojnamegeran Azadî (GOP) bang li meclisê kir û got: "Bila zagonên ku pêşî li azadiya ramanê digirin bêne betalkirin."
GOP ji aliyê saziyên rojnameger ve hatiye avakirin û doza rojnamegerên girtî dişopîne.
GOP'ê got ku Tirkiye di rêza azadiya çapemeniyê de di rêzên dawî de ye, di serî de Zagona Têkoşîna bi Terorê re û Zagona Cezayê bûye sedema vê yekê. GOP'ê got ku heta niha di Zagona Bingehîn a 1982'yan de 70 xal hatine guhartin lê di van guhartinan de xalên girêdayî azadiya raman, çapemenî û wijdanê cih negirtine.
Di dawiyê de GOP'ê bi vî awayî bang li meclisê kir:
- Em êdî dixwazin li welatê ku lê karê rojnamegerî ne sûce de bijîn. Ji bo vê yekê divê veguherînên fermî pêk bên.
- Bila rojnameger bêyî bêne tewqîfkirin darizandina wan bidome; azadiya wan a ku bi mehan, bi salan e ji destê wan hatiye girtin bi paş ve bê dayîn.
- Hemû çewsandinên ku azadiya edîtorî ji holê radikin, dikin ku rojnameger xwe bi xwe otosansurê dikin ji holê bêne rakirin.
- Dadgehên bi Rayeya Taybet ku berhemedeke serdemên rewşa awarte ne bila bêne betalkirin.