Diyarname
Hatip Dicle yek ji siyasetmedarên kurd e ku di çarçoveya "Doza KCK'ê" de girtî ye. Dicle, di hilbijartina 2011'an de ji Amedê hat hilbijartin lê YSK'ê (Lijneya Hilbijartinê ya Bilind) ji ber doza ku jê ceza xwaribû mebûsiya wî betal kir û mebûsî da AKP'ê.
Ji rojnameya Cumhuriyetê Utku Çakirozer li girtîgehê bi Dicle re axivî. Dicle li ser gelek mijaran dîtinên xwe anîne ziman. Ji bo hilbijartina herêmî ya 30'ê adara 2014'an jî axiviye. Dicle qala hevdîtina BDP-HDP û CHP'ê ya li ser berendamtiya ji bo Åžaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê axiviye ku yekem car e ev gotin tê eÅŸkerekirin.
Vaye ew gotina Dicle:
"CHP li Stenbolê dê têk here. Wan ligel Cemaetê hevkarî kir û berendamekî alîgirê rastgirî dîtin. Lê li Stenbolê her demê hêzeke xurt a çîna karker hebûye. Ger di hilbijartinê de AKP bi ser bikeve ev yek dê ne berpirsiyariya HDP'ê dê ya CHP'ê be. Me ji wan re got, 'Suleyman Çelebî nîÅŸan bidin em piÅŸtgirî bidin'*. Lê gotin na. HDP, ligel wê çîna karker dê dengek bilind ku nayê texmînkirin bigire."
*Têbiniya Diyarnameyê: Suleyman Çelebî ji çîna karker tê û berê Serokê DÎSK'ê bû. Ew niha mebûsê CHP'ê yê Stenbolê ye.