Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sînemayê (Siyad) li salona Sînematek/Sînema Evî ya Şaredariya Kadikoya Stenbolê Lijneya Giştî li dar xist.
Di lijneyê de li ser pirsgirêkên nivîskarên sînemayê û rewşa komeleyê axaftin hatin kirin. Paşê hilbijartin çêbû.
Di hilbijartinê de Esin Kuçuktepepinar, Şenay Aydemir, Burak Goral, Olkan Ozyurt û Muge Turan ji bo Rêveberiya Giştî ya Siyadhe hatin hilbijartin. Dûre rêveberiya nû li nav xwe civîn çêkir û Esin Kuçuktepepinar wekî Seroka Siyadê hilbijart. Muge Turan bû cîgira serok, Şenay Aydemir bû sekreterê giştî, Olkan Ozyurt bû sayman û Burak Goral jî bû endamê lijneya rêveberî.


