Diyarname
Hunermend Zuhal Olcay bi sedema heqaret li Serokomar kiriye bi 10 meh cezayê hepsê hat cezakirin. Cezayê Olcay bi paş ve nehat xistin.
Li 46'emîn Dadgeha Cezayê Asliye danişîn li dar ket. Parêzera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan beşdarî dadgehê bû û xwest bersûc bê cezakirin.
Di 5'ê gelawêja 2017'an de Olcay dema li Kadikoya Stenbolê li cihek stran distra hat îdîakirin ku heqaret li Serokomar Erdogan kiriye. Olcay di danişînên berê de gotibû ku wê heqaret nekiriye û sûcdarî qebûl nekiribû. Dozger ji salek 2 meha heta 4 sal û 8 meh cezayê hepsê dixwest.