Radyoya Dengê Kobanî piştî 6 mehan ku ji ber êrîşên çeteyan navber dabû weşana xwe, ji nû ve dest bi weşanê kir.
Radyoya Dengê Kobanî îro serê sibehê li ser pêla 103.5 dest bi weşana testê kir. Niha tenê kesek di radyoyê de kar dike û stranên şoreşgerî tên weşandin. Lê amadekariyên weşaneke berfireh didome.
Ji ber ku çeteyan di êrîşan de alavên radyoyê talan û xirab kiribûn, piştî alav hatin temîrkirin, weşan hate destpêkirin.
Radyoya Dengê Kobanî piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê yekemîn radyoya ku li Kantonê hatiye vekirin e û ji bilî Kantonê li Serxetê jî dihat guhdarkirin. Di 26’ê rezbera 2014’an de li ser êrîşên çeteyan weşana wê tenê li navenda bajar hate guhdarkirin. Di 5’ê kewçêra 2014’an de jî weşan bi temamî hate rawestandin û avahî hate valakirin.


