Vegotina nivîskî û devok
Behlûl Zelal
Di her zimanî de, vegotina devkî û ya nivîskî ne yek e. Her wiha di her zimanî de devok jî hene. Asta pêþketina civakê, rewþa perwerdehî û pêþketina nirxên çandê cudabûna vegotina devkî û ya nivîskî diyar dike. Li hêla din, dirûv û teþeya erdnîgariyê, çand û toreyên ol û eþîrî, taybetmendiyên herêmî jî devokan derdixin holê. Ev yek tiþtekî sirûþtî ye, asayî ye. Bi gelempêrî ev wisa be, bi taybetî ji bo zimanê kurdî û kirûyên vî zimanî yên nivîskî û devkî tiþtekî din in. Sedem diyar e. Lowma di vî warî de pirsgirêkên zimanê kurdî ji yên gelek zimanên dinyayê zehftir in, dijwartir in. Standartbûn, yekgirtina di nav sazî, rêxistin û nivîskaran de ji her tiþtî zehmetir e. Piraniya zarava û devokan derdê ser derdan e.
Lê piþtî hin pêþveçûn û geþbûnên pêvajoya van salên dawî yên zimanê kurdî de, hin tiþt jî bi awayekî erênî derketin holê. Bi awayekî sergihayî nebe jî, hinek tiþt wekî standardiyê derdikevin pêþ. Ligel van, ez dixwazim balê bikþînim li ser mijara vegotina herêmkî/devkî. Di vegotina nivîskî de, ji bilî diyalog yan jî axaftinên lehengan, divê mirov þêweya standardî ku bi piranî gelek kes (zimanzan, nivîskar) dipejirînin bikar bîne. Di vegotina zimanê nivîskî de ev yek divê teqez hebe. Lê di axaftina lehengan de, mirov di vegotinê de lehengên xwe bi zimanekî standartkirî/nivîskî bipeyivîne ne pêwîst e û ne rast e jî. Ji devoka lehengê/î, mirov cihê bûyerê jî têdigihêje. Xwendevan, peyvikên herêmên navborî jî fêr dibe. Bi wan peyv û þêweya axaftina herêmî, mirov dikare bikeve nav derûniya bûyer û lehengan jî. Ev yek tameke xweþ e jî.
Wekî mînak di romana birêz Helîm Yusiv (Gava Masî Tî Dibin) û di romana birêz Þener Ozmen (Rojnivîska Spînoza) de di vegotina axaftina lehengan de, devoka herêma lehengan bi awayekî xweþik hatiye bikaranîn. Mirov bi vê yekê dizane bê bûyer li ku dera welêt diqewime, yan leheng ji ku dera welêt e. Û ev yek vegotinê xweþ dike.
Lê dema mirov berhema birêz Selahattin Bulut a bi navê ‘Xadim’ (Weþanên Avesta, 2008, Stenbol, Çîroka dirêj) dixwîne, mirov nikare heman tiþtî bibêje. Ji ber ku birêz Selahattin Bulut, bi giþtî di her vegotinê de zimanê devkî (devoka Dêrika Çiyayê Mazî) bikar aniye. Bi rastî ev yek ne tenê ji hêla birêz S.Bulut ve tê kirin. Ev yek bi piranî di þêweya hemû nivîskarên ku ji derdora Dêrika Çiyayê Mazî ne xwe dide der. Xwezî kêmasî tenê di bikaranîna vegotina devkî/herêmî de bûya. Ji bilê vê yekê taybetmendiyeke axaftina -ligel gelek hêlên xweþ û rast- vê herêmê heye ku kesê duyem ê yekjimar û kesê sêyem ê yekjimar di heman þêweyê de bikar tînin. Ji dêvla ku bibijên “Tu diçî” dibêjin “tu diçe”, ji dêvla bibêjin “tu hatî” dibêjin “tu hat” û hwd. Mixabin ev awa þaþ e, ne rast e. De îcar mirov vê þaþiyê bixe nav zimanê nivîskî ne rast e. Ligel vê þêweya þaþ ku tê bikaranîn gelek peyvik (peyv) jî bi awayekî çewt (herêmkî/devkî) hatina bikaranîn. Bi dîtina min ev yek jî ne rast e û divê nivîskar heta jê bê, xwe ji þêweya herêmkî dûr bigre.
Li vê derê peywir û rista weþanxaneyan jî heye ku divê berhemên xwe li gorî standardiyên hevpar radekte bikin. Dîsa bi qasî vê, vegotinên ku bi mantiqa tirkî pêk hatine, bi mantiqa kurdiyê rast bikin. Na na ew jî dê xizmetê ji çewtiyan re bikin. Ji bo ku mijar çêtir bê têgihiþtin ez ê ji pirtûka navborî çend mînakan bidim:
“kulavên neþuxulandî” r.7. ( di wateya kulavên nû)
“nêrî” di wateya (nihêrî) bi þêweya devkî hatiye nivîsandin.r.8
“þewqê xwe” di wateya (þewqeya xwe) r.9
“simêlan” di wateya (simbêlan) r.18
“kincên ku zû de ye” di wateya (kincên ku ji zû ve ye ) r.22
“ew li ser sendelyê bi rûniþtandin da.” Di wateya ( li ser sendalyayê rûnand) r.24
“goþtekî baþ li kû derê hebî tu dikire” di wateya ( goþtekî/goþtê baþ li ku derê hebe tu dikirî) r.38
“hê serjê nekiribû” di wateya ( hê ser jê nekiribû) r.37
Mînakên wisan heta dawiya pirtûkê hene, ez bawer dikim ji bo têgihîþtina mijarê ev mînak têr dikin.
***
Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- ROÞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil