AMED
Parlementerên BDP’ê Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaş ku ji doza KCK’ê girtîne, ji bo berdana wan parêzeran serî li dozgeriyê dabûn lê ev daxwaz îro hat red kirin.
6'emîn Cezayê Giran a Amedê biryara redê dabû, parêzeran nerazîbûn li cem 4'emîn Cezayê Giran nîşan da û xwest careke din daxwaza berdanê bê nirşandin, lê vê dadgehê jî ev daxwaza berdanê red kir.