Diyarname
Hip hopkara ciwan Dezz Denîz dawiya vê hefteyê li NÇM'ê konserê dide.
Hunermend Dezz Denîz li Midyada Mêrdînê hatiye dinê û ew zêdetir bi albuma xwe "Ew kî bû" hat nasîn.
Denîz ku li Almanyayê perwerdehiya tibê dît, doktoraya xwe ya asîstaniyê li ser "Nexweşiyên Şekir" saz kir. Di dema perwerdehiyê de berî niha bi 7 salan bi hip hopê re eleqedar bû, dersên şan, solfej û notayan dît. Bi vê re berê xwe da hip hopê û li ser vê jî ders dît.
Dezz Denîz bi giştî bi kurdî, bi zaravayên kurmancî, zazarî û soranî hip hopê çêdike, di albuma xwe de cih daye straneke bi almanî jî. Ew niha di 15'ê mehê saet 18'an de li NÇM'ê dê konserê pêşkêş bike..


