Diyarname
Siyasetmedarê kurd Yusuf Azizoglu li ser gora wî bi beÅŸdariya hezkiriyên wî hat bibîranîn.
Seyasetmedar Dr.Yusuf Azizoglu di 39'emîn salvegera wefata wî de hat bibîranîn. Çalakiya bibîranînê ji aliyê Komeleya Çand-Perwerdehî ya PiÅŸtgiriyê ya Farqîna Kesk ve hate li dar xistin. Çalakiya bîranînê li Goristana Åžêx Xelîl li dar ket.
Di çalakiyê de endamên malbata Azizoglu, serokê komeleyê Mehmet Çeliker, Serokê Kurdî-Derê M. Åžefik Fidanci, Åžaredarê berê yê BayrambaÅŸiyê Kutbettin TaÅŸkiran, endamên Komeleya Parastina Hunermend û Çand û Hunera Farqînê û ji gel gelek kes beÅŸdar bû.
Di çalakiya bibîranînê de li ser Azîzoglu axaftin hatin kirin.
Dr. AzizoÄŸlu di sala 1917'an de li Farqînê hat dinyayê. Wî, di navbera salên 1946-1950'de Åžaredariya Farqînê, mebûsiya Amedê kir, her wiha bû Wezîrê Tenduristî û PiÅŸtgiriya Civakî.
Dr. Yusuf Azizoglu ku li herêmê wekî siyasetmedarekî kurdî û gel parêz, her wiha ew kesê ku NexweÅŸxaneya Dîcleyê ya Amedê çêkiriye tê nasîn, di 1'ê gulana 1970'yî de jiyana xwe ji dest dabû.