logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Kurdên Sûrî bi saya PYD û Salih Muslim derdikevin ser dika dîrokê

Di bin banê Parlemena Ewropayê de îsal 10'emîn car Konferansa Kurd li dar dikeve, ez axaftinan temaşe dikim.

  • Dîrok: 06/12/2013
  • Beş: Ji Çapemeniya Dinyayê

Hasan Cemal - BRÜKSEL

Di bin banê Parlemena Ewropayê de îsal 10'emîn car Konferansa Kurd li dar dikeve, ez axaftinan temaşe dikim.

Sernavê konferansê "Tirkiye, Kurd û Pêvajoya Aştiyê ya Îmralî" ye.

Bala min dikişîne.

Di salên 1990'an de dema Kurdên Iraqê derketin ser sehneya navneteweyî.

Di salên 2000'î de kurdên Tirkiyeyê, bi awayekî fermî nav lê nehatibe kirin jî bi PKK'ê li nav platformên navneteweyî de cihê xwe girt.

Wisa tê fêmkirin ku niha dora derketina ser dika dîrokî ya kurdên Sûriyeyê ye. Ji ber vê yekê ye ku Salih Muslim, Rêberê PYD'ê yek ji fîgurê herî bal kişand ê konferansê bû.

Ne tiştek şaşwaz e.


Rêberê PYD'ê hêdî hêdî derdikeve ser dikê

 

Li Sûriyê bi şerê navxweyî yê bi xwîn re rastiya Rojava ku 3 mîlyon kurd lê dijîn, yanê Kurdistana Sûriyê, di nav hesabên ku li ser herêmê têne kirin de cihê xwe girtiye. Bêyî mirov Rojavayê tune bihesibînin li herêmê aştî û îstîkrar gelek zehmet e.

Bi vî awayî Salih Muslim rêberê PYD'ê (Partiya Yekîtiya Demokratîk) ye ku li Rojava partiya herî xurt, herî zêde gel piştgirî dide ye û ew hêdî hêdî derdikeve ser dikê.

Tirkiya wî gelek baş e.

Li Stenbolê Beşa Kîmya ya Zanîngeha Teknîkê xwendiye. Yek bi yek, bi bêhnok û xalan, baş diaxive.

Gelek kêfa Salih Muslim tê dema qala salên ku li Stenbolê, li Beşîktaşê derbas kirine dike. Lê êdî dema tê Stenbolê ji ber 'ewlehî' yan jî ji ber 'şopandinê' li gor dilê xwe nikare bigere.

Du mijarên Muslim jê gazindan dike: Berzanî û Enqere

 

Du mijarên Rêberê Kurd ê ji Sûrî jê gazindan dike hene. Yek jê Mesûd Berzanî, ya din Enqere ye.

Salih Muslim dibêje du navend ku ji 'rastiya PYD'ê aciz in hene ku yan dixwazin PYD'ê bêbandor bikin, yan jî bi xwe ve girê bidin.

Zêde qala kîteyan nake.

Lê li parçeyên din ên Kurdistanê çawa nekarîn pêşî li kurdan bigirin ku nehêlin derkevin ser dika dîrokê, ji bo kurdên Sûriyê jî dê wisa çêbibe. Ew dibêje ku dê 'Rastiya Rojava' û 'rastiya PYD'ê ku ew jî di nav de ye mecbûrî qebûl bikin.

Li ser vê mijarê bi xwe bawer e.

Ji ber ku dibêje ku wekî PKK'ê PYD jî li nav gel e, li nav kurdên Sûriyê kok daye.

Dibêje ku bi vekişîna hêzên Esad re valahiya ku derket holê PYD'ê pêşî lê girt ku nehişt veneguhere anarşiyê, PYD'ê sazûman çêkir, ji ber vê yekê gel bawerî bi wan re saz kir.

Ji ber tê zanîn li nav refên PKK'ê kurdên Sûriyê hene, ew têkiliya li nav PKK û PYD'ê helbet înkar nake.

Ev girêdanên bi salan hatine nerehetî li nav Berzanî û Enqereyê saz kiriye, ew vê yekê baş tîne ziman.

Lê bi awayekî eşkere venebêje jî, diyar dike ku ev rastiya jiyanê ne mimkûn e biguhere.

PYD naxwaze bibe 'mirûdê' Berzanî

 

Dema êvara çarşemê min bi Salih Muslim re hevdîtin dikir, min çavdêriyên min bi dest xistin ez wisa dikarim kurteber bibêjim:

1. PYD naxwaze bibe 'mirûde' Berzanî û naxwaze li rojavayê Kurdistanê jî wekî Kurdistana Iraqê alî sedî 50 - 50 parve bikin.

2. PYD ji hevkariya Berzanî ya bi Enqereyê re ya li dijî xwe aciz e. Ew ji helwesta Berzanî ya "Li pişta min Enqere heye, li pişta min Amerîka heye, pereyên min hene!" û bi vî awayî rêberiya xwe li ser Kurdistana Sûriyê ferz bike, aciz e.

3. PYD ji vê bawer e ku Enqereyê wekî xetayên polîtîkaya Sûriyeyê 'Rastiya Rojava' jî baş fêm nekiriye.

4. PYD dibêje ku ji sînorê tirk derbasbûna komên Îslamî, Selefî yên tundewar xizmeta aştiyê nake.

Salih Muslim bi taybetî balê dikişîne ser vê xala çaremîn.

Û ez ji devê wî guhdarî dikim ku yek ji pêcn kurên wî, Şervanê 21 salî çawa ji aliyê komên Selefî ve hatiye kuştin.

Bêyî hestabariyê qala êşa xwe ya mezin dike...

Ez jê guhdarî dikim ku 'Muxaberat'a Esad ku çawa li wî, li jina wî îşkence kiriye.

Ew difikire ku êşên hatine jiyîn eynî wekî PKK'ê, kiriye ku PYD jî li nav gel cihek fireh bigire.

Muslim: Dixwazin Lozana Duyemîn çêbikin!

Salih Muslin dibêje ku çawa ku êdî dê Rojhilata Navîn a nû bê sazkirin, çawa ku Iraq êdî nabe Iraqa kevn, Sûriye jî dê nebe Sûriyeya berê, ji ber vê yekê jî kurdên Sûriyê jî dixwazin ji niha ve bibin xwedî mafên xwe, bibin xwedî statuya xwe û bi awayekî nivîskî ewlehiyê bi dest bixin.

Di vê çarçoveyê de di dema avakirina Komara Tirkiyeyê de dema Peymana Lozanê îmze kirin, kurd li nav Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de hatin parvekirin û ji mafên xwe bê par man. Ew qala van yekan dike û vê lê zêde dike: 

"Em naxwazin di nav dîroka kurdan de 'Lozana duyemîn' bijîn."

Tu şika Rêberê PYD'ê Salih Muslim nîn e, ew alîgir e ku Berzanî bi Enqereyê re têkiliyên baş saz bike.

Ji aliyeke din ve bala rêberê PYD'ê li ser Washingtonê ye. Wî hê ji Amerîkayê vîze negirtiye. Bi awayekî mafdar ew vê yekê girîng dibîne.

Mehpîşeya min a hêva Amberîn Zaman, vê vîzeyê di çarçoveya 'kurdên baş- kurdên xirab' de rexne dike, dema gotinê tîne ser Rêberê PYD'ê Salih Muslim ê li kêleka wê rûniştî, li salonê tofana çepiklêdanê radibe.

Salih Muslim dibêje: "Em ne şer, aştî û azadiya xwe dixwazin. Em alîgirên demokrasiyê ne. Ji ser Lozanê de di sedsaleke ku derbas bû de mîlyonek mirin. Êdî em aştiyê dixwazin. Me bi tenê nehêlin, Rojavayê bi tenê nehêlin." Bi vê gotinê re li salonê lêdana çepikan a xurt dest pê dike.

Gotina dawî:

Di dema ku li Kurdistana Sûriyeyê şer hebe de, li Tirkiyeyê aştî, deriyê aştiyê yê li navbera kurd û tirkan venabe.

 

Ji T24 hatiye girtin 

 

Werger: Cemil Oguz 


Parve Bike

Youtube Me
Ji Çapemeniya Dinyayê - Nivîsên Dawî
news
  • 09 02 2023

Ev jî çêbû: Di TIR'a alîkariyê de tilyak hat dîtin

news
  • 28 12 2022

Taywanê dema leşkeriyê bilind kir

news
  • 25 12 2022

2022: Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû

news
  • 12 12 2022

Bazinek sexte firotine Şêxê Qatarê

news
  • 05 12 2022

Oxfordê peyva salê hilbijart

news
  • 23 11 2022

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo nivîskarên di zindanan de hin çalakî tên lidarxistin

ad

Bêsebeb gora Dalî vekirin

ad

Nivîskar, rewşenbîr û weşanger tên ba hev

ad

Ji Hindistanê sê xelat hatin Tirkiyeyê

ad

'Em desthilatê bi partiyên re parve nakin'

ad

Ji bo kûpayê El Clasicoyeke din: Barselona yan Real Madrid dê bi ser bikeve?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname