Diyarname
Di nîvê şevê de HDP'yiyên ku li hemberî derxistina zagona AKP'ê li meclisê di berxwedanê de bûn ji aliyê Meclis TV ve hatin sansurkirin.
AKP dixwaze "Zagona Wezîfe û Selahiyet a Polîsan" derxe. Li hemberî vê mebûsên HDP, CHP û MHP'ê ber xwe dan. Mebûsên HDP'ê li ber kursiya dîwanê rûniştin û çalakiya rûniştinê dan dest pê kirin. Pêre jî diruşm bilind kirin. Meclis TV ku bi ser înternetê re zindî weşanê dike wisa dîmen hilbijartin, di tu dîmenê de mebûsên HDP'ê naxuyin. Her wiha gelek caran jî deng qut dike ku dengê diruşmên mebûsan nayên. Ev yek wekî sansura Meclis TV hat dîtin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Li Meclisê HDP'ê ligel diruşman dest bi çalakiya rûniştinê kir