Diyarname
Nivîskarê navdar ê amerîkî Dan Brown pirtûka xwe ya nû bi navê "Inferno" vê meha gulanê de radigihîne ber destê xwendevanan.
Brown birê bi navê "Şifreya Da Vîncî", "Sembola Winda", "Melek û Şeytan" derxistibû. Wî got ku li Floransaya Îtalyayê ji bo pirtûma xwe xebitiye û li wê derê di bin bandora berhemên Dante de maye. Wî diyar kir ku karakterê wî Robert Langdon ku di pirtûka "Melek û Şeytan" de bi xwendevanan dabû nasîn û di Zanîngeha Harvardê de profesorê zanista sembolan bû, di vê pirtûkê de jî dê cih bigire.
Nivîskar Dan Drown bi pirtûka "Şîfreya Da Vîncî" bûbû navdar ku ev pirtûk li 40 zimanan hatibû wergerandin.


