Diyarname
Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan îro berendamên şaredariyê yên 32 bajaran eşkere kir. Di nav van de berendamên şaredariyên bajarên kurdan ên wekî Amed, Culemêrg, Wan û hinên din jî hene.
Erdogan di civîna Koma Meclisê de li Meclisê berendamên şaredariyê yên ji bo Hilbijartina Şaredariyan a 2014'an eşkere kir. Di nav 32 bajarên ku Erdogan berendamên şaredariyê eşkere kirin de bajarên kurdan ên Bakur jî hene. Erdogan ji bo Amedê mebûsê AKP'ê yê Amedê Galip Ensarioglu, ji bo Batmanê mebûsê AKP'ê yê berê Mehmet Emin Ekmen nîşan da.
Vaye ew berendamên AKP'ê yên bajarên kurdan:
Erdexn: Faruk Koksoy
Îdir: Mustafa Buluş
Erzîncan: Cemalettin Başsoy
Çewlik: Yucel Barakazi
Culemêrg: Osman Kizilban
Bedlîs: Fehmi Alaydin
Batman: Mehmet Emin Ekmen
Agirî: Hasan Arslan
Erzerum: Mehmet Sekmen
Wan: Osman Nuri Gulaçar
Amed: Galip Ensarioglu
Riha: Celalettin Guvenç


