Ba Har GUNER
Di kapaxa pişt romanê de navê çend nivîskarên hêja derbas dibin. Ev ji bo xwendevanan dîwarek e. Dîwarekî li pêşiya nerînê û şîroveyê hatiye lekirin. Xwezî ev dîwar tunebûya, çimkî tu bike neke bandorê li ser nerîna xwendevan dike. Di nava van nivîskaran de yê herî populer bêguman Franz Kafka ye. Li ser Kafka gelek tişt hatine gotin û hatine nivîsandin. Kafka xwedî populerîteyeke pir ecêb e. Ev populerîteya Kafka populerîteyeke heqkirî ye yan ne heqkirî ye? Ez vê ji were dihêlim. Lê belê di wêjeya Kafka de “tiştên Kafka dikin Kafka” hene.
Hem ji ber navê Kafka derbas dibe û hem ji ber hin sahneyên romana “Di Tarîyê De” [Bawer Rûken, Di Tarîyê De, Weşanên Lîs, Amed, 2020.] dişibin hin sahneyên romanên Kafka û hem jî, ji ber derdê ku Kafka dixwaze bîne ziman dişibe derde vê romanê ez dixwazim li ser wêjeya Kafka û romana Bawer Rûken bisekinim. Mînakeke wisa ez dikarim bidim, di romanê de dadgeha li dibistanê tê lidarxistin, meriv dibê qey ji romana Kafka ya “Doz”ê [Franz Kafka, Dava, çev. Ahmet Cemal, Can Sanat Yayinlari, İstanbul, 2019] firiyaye û hatiye ketiye vê romanê. Ev dadgeh di herdu romanan de pir dişibin hev. Hêsan in, absurd [Bêjeya absurdê, di ferhengan de tê wekî wateyên tiştêkî ji wateyê bêpar, saçma, dervî aqil, dûrî aqil, bê wateyî, aqil nagire, di aqilde hilnayê. Latînîya wê absûrdûs e. Ji wateya qer û lal ya sûrdûs ê tê. Absurd bêjeyeke Frensizî ye, bi bêjeya di Frensizî de bi soûrd ê têkîldar e. (Gundogan, 2018, s. 61)] in û ne cidî ne. Tabî hêlên hevpar ên van romana ne ev tenê ne.
Berî ez derbasî Kafka û Bawer Rûken bibim, ez dixwazim tiştekî zelal bikim. Serlehengê Bawer Rûken, Reşo K. bi tevlîheviya mêjiyê xwe bêtir dişibe serlehengê Sadik Hîdayet ê di romana “Kundê Kor” [Sadik Hidayet, Kor Baykuş, werger Deniz Buyuker, İthaki Yayinlari, İstanbul, 2021] de. Çimkî lehengên Kafka bi hişmendî tevdigerin û hişên wan li serê wan e.Wexta em li Gregor Samsa dinêrin her çiqas Samsa bûbe kêzikek jî xwe wenda nake. Xewnên tevlîhev, halusînasyona, xewnreşkan nabîne û weke yekî hiş li serî diaxive û tevdigere. “Kafka ji Brod re gotibû ez dixwazim berhemên xwe gişan di bin navê ‘Ceribandina reveke ji derdora bav’ kom bikim. Lê belê dîsa jî em vê berhemê weke belgeyeke psîkanalîtîk binirxînin wê dûrî aqil çêbibe. Her tişt di asteke şiûrekî vekirî de pêk tê.”(Roger Garaudy, 2007, r. 18) Lehengê romana Dozê jî wisa ye. Joseph K. mamûrekî banqê ye û doz lê tê vekirin lê tu car ewqasî xwe wenda nake. Li ber xwe dide û li ser karê xwe tevdigere. Lehengê “Şato”yê K. jî wisa ye. Heta ez dikarim bibêjim ê herî hiş li serî K. ye. Li gor gotûbêjên wî, tevgera wî ew weke yekî hiş li serî tê xuya. Lê belê lehengê “Kundê Kor” xewnên tevlîhev dibîne, bi siya xwe re diaxive, ji jiyana rojane ya rasteqîn derdikeve, dikeve jiyaneke xeyalî û rasteqînî-xewn-xeyal tevlîhev dibin. Dem, di mêjiyê xwendevanan de jî tevlîhev dibe. Tiştê ku em di romanê de dibin şahid tirsên, arezûyên leheng in yan jî jiyana leheng a rasteqîne em nema zanin. Reşo K. piştî dadgeha li dibistanê tê li darxistin bêtir mîna lehengê Kundê Kor tevdigere. Carinan me dibe hêla tarî carinan jî me li hêla ronî dihêle. Ev xumamî, ev tarîbûn, ev tevlîhevî, tameke wêjeya Sadik Hîdayet li ser zimanê me dihêle. Bi dilrehetî ez dikarim bibêjim bi qasî Sadik Hîdayet jî serkeftî ye.
“Kafkaesk, rengdêrek ku di bin bandora Franz Kafka de hatiye avakirin û weke di şayesandinên wî de tê wateyên tirsnak û gefxur. Weke beşek xwezayî ya herikîna vegotina di çîrokên Kafka de, tenê ji şêwaza wî re, ew rewşa qutbûna ji rastiya naskirî û têgihiştî, derdibire.” (Kafkaesk, 2020) Pênasa Kafkaeskê wisa balkêş û tevlîhev e. Şêwaza Kafka tenê ji vegotina wî, zimanê wî pêk nayê. Karakterên wî, mekanên wî, bûyer û peyamên wî giş bi hevdu re şêwaza wî ava dikin. Heta ez dikarim bibêjim parçeyeke şêwaza wî, jiyana wî bi xwe ye. Jixwe jiyana Kafka ji wêjeya wî û ji şêwaza wî populertir e. Ji ber vê yekê Roger Garaûdy dibêje: “jiyana ku Kafka tê de dijî û jiyana ku Kafka ava dike ketiye nava hev.”(Roger Garaudy, 2007, r. 7) Ji ber vê yekê em ê ji hin hêlan ve; bûyer, karakter, mekan, Kafka û Bawer Rûken bidin ber hev.
Di romanên Kafka de mijarek, bûyerek tenê heye, yan jî em dikarin bibêjin yek tenê derdikeve pêş û yên din alîkariyê bi pêşderketina vê mijarê dikin. Ji ber vê yekê bala xwendevan ji ser mijara sereke nakeve ser mijareke din, bala xwendevan bela nabe û xwendevan bi kelecan weke ku leheng hest bike dide pêy leheng. Di “Veguherîn” [Franz Kafka, Donuşum, werger Gulperi Sert, Turkiye İş Bankasi Kultur Yayinlari, İstanbul, 2019] ê de mijara sereke têkîliya Gregor Samsa û serkarê wî ye. Ev serkar, dawereke. Di cîna de dibe bav, di cîna de dibe pergal (hêza çêkirî) , di cîna de jî dibe burokrasî. Gregor Samsa li kêzikbûna xwe şaş namîne, tiştê bêtir wî diêşîne dûrketina ji karê xwe ye. Gregor Samsa dibêje:“Gerek ez herim karê xwe, berpirsiyarîya bavê min, a diya min û ya xweha min li ser pişta min e.” (Franz Kafka W. G., 2019, r. 18) Lê belê Samsa nema dikare bixebite û ji ber vê yekê jî tu fonksiyona wî ne di civakê de ne jî di malbatê de namîne. Ev balkişandinek ser pergala kapîtalîzmê ye. Di romana “Doz”ê de mijara sereke têkiliya Joseph K. û pergalê ye, ev têkilî ji tekoşîna Joseph K. pêk tê. “Tenê, Joseph K. dadgerê xwe bibîne wê dest ji tekoşînê berde û heta qeweta xwe gişî wenda neke wê sitûyê xwe li ber mirinê xwar neke.”(Roger Garaudy, 2007, r. 52) Dewlet bi xwe hêzeke çêkirî ye û axlebe mirovên bê exlaq li ser dîreksîyona wê rûniştî ne.Pergal, dozê li Joseph K. vedike û Joseph K. jî li dijî pergalê di hundirê qaîdeyên pergalê de dil dike ku xwe biparêze. (Ev komedîyeke pir trajîk e.) Lê ev pergal xerabe ye, hovane ye û absurd e. Ji bilî têkoşîna Joseph K. her tişt alîkariyê bi şayesandina vê pergala hovane re dike. Em dikarin bibêjin di romanê de her têkîlî her bûyer her leheng ji bo armanca sereke dixebitin û li ber çavê xwendevanan tên raxistin. Honandina romana “Şato” [Franz Kafka, Şato, werger Orhan Tekin, Maviçati Yayinlari, İstanbul, 2016] yê jî wisa ye. K. dixwaze bibe xebatkarekî Şatoyê. Ji bo vê armancê dixebite. Ji bilî vê armancê û têkçûyîna li dijî pergalê ya K. tu mijar û bûyerên wekî din dernakevin pêşiya me. (Romana Şatoyê xelas nebûye. Heta ciyê hatiye nivîsandin jî K. bi ser nakeve û heger Kafka ev roman biqedandaya jî wê bi şiklekî K. Têk biçûya. Ji xeynî romana wî ya bi navê “Li Emrîka” yê romanên Kafka giş bi neyînî xelas dibin. Ev roman tenê bi dawiyeke erênî xelas dibe. Lehengê romanê Karl Rossman li Sîrka Oklahomayê ji xwe re karekî dibîne û roman bi dawî dibe.”)(Roger Garaudy, 2007, r. 21)
Wexta em tên ser romana “Di Tarîyê De” em dibînin ku roman ji hêla mijaranan ve pir qelebelix e û ev qelebelixî bala xwendevanan car caran belawela dike. Roman piştî cezayê xwe kişandiye ser derûniya Reşo K. Bi alîkarîya Reşo K. pergaleke wahşet tê rexnekirin û ev pergal li ber çavên xwendevanan tê raxistin. Em vî tiştî di romanên Kafka de jî dibînin. Mijara sereke ev e, xwendevan li ser vê mijarê hûr dibin lê belê mijarên wekî din derdikevin û bala xwendevanan tê şikênandin û bal ji ser mijara sereke dûr dikeve.
Di romana “Di Tarîyê De” rexneya pergaleke xwedî hêlên faşîst tê kirin. Ev mijara sereke ye. Ev yek jî Reşo K. dike lehengekî neteweyî û neteweperest. Ji bilî neteweperestiyê, civaka kurd, jiyana gund, pisgirêkên perwerdeya şagirtên kurd, pîreka kurd û mafên pîreka kurd, derdikeve pêşiya me. Ev mijar giş bi tena serê xwe di romanê de mijarek in û her ku çiqas têkiliya wan bi Reşo K. re hebe jî ev têkilî zêde ne xurt e, xwendevan ji atmosfera hesta fêhmkirina pergaleke wehş dûr dixe, wekî romanên Kafka armanca romanê xurt nakin û tevahiya romanê qels dikin.
Ez romana “Di Tarîyê De” dikim du beş. Beşa yekemîn ji serê romanê dest pê dike, bi dadgeha ku li dibistanê tê li darxistin xelas dibe. Beşa duyemîn jî, ji vê dadgehê dest pê dike, heta dawiya romanê didome. Beşa duyemîn têra xwe serkeftî ye. Êdî tu tişt nakeve navbera xwendevanan û serleheng. Reşo K. dibe xwedî hestên mirovekî gerdûnî. Ew û derûnîya xwe rû bi rû dimînin û xwendevan jî bi serkeftina honandina vê derûniyê dadikevin binê bîrên di derbarê hest, hêvî, têkçûyîn, poşmanî û hezên Reşo K. Bala xwendevanan bi tu mijarên wekî din bela nabe û xwendevan derfeta ku li ser Reşo K. hûr bibe bi dest dixe. Lê belê beşa yekemîn ji vê hêlê ve ne tetmînkar e. Ez dikarim bibêjim beşa yekemîn eynikekê li civakê digire û em ji tameke şêwaza Kafka bêtir tameke şêwaza rasteqîniya civakî distînin. Ewil Meta Reşo K. û derdên wê berê xwendevanan bi ciyekî din vedike. Bi Meta Reşo K. re em dadikevin nava civaka kurd û pisgirêkên li ser pîreka kurd. Di vir de hin mafên pîrekê mêjiyê me mijûl dikin. Para mîrata Meta Reşo K.(erdê wê) ji hêla birayên wê û bi alîkarîya bapîrê K. ve hatiye firotin. Meta Reşo K. jî pir bi gir tevdigere li dijî diya xwe. Ev meseleya Meta Reşo K. meseleyeke îstîsna ye û di civaka me de zêde cî nagire. Li civaka me mîrate wexta ku erd be pîrek doza heqê xwe nake. Ya wusa hatiye rastkirin an jî wusa bûye edet. Lê belê wexta pîrek heqê mîrateya xwe doz dike bi du rêya heqê xwe distîne yan jî heqê wê tê dan: An bi rêya şerîetê (li gora şerîetê, ji du paran parek heqê pîrekê ye.) yan jî bi rêya dadgehên fermî digihêje heqê xwe.
Têkiliya meta Reşo K. û bapîrê K. pir xerîb e, pir balkêş e. Ev têkilî nakeve hundirê têkiliyeke xwezayî ya dê û keçê. Di civakê de têkiliya herî xurt a dê û keçê ye. Keç ji lawan bêtir nêzîkî dê ye û tu keç dêya xwe wusa bi hêsanî navêje. Meta Reşo K. dibêje tucar ez heqê xwe li dêya xwe helal nakim û lê xwedî dernakeve, jê hez nake. Tu sedem tune ne ku bi vî awayî ewqas bi dijwarî gir têkeve nava dê û keça wê. Nexasim têkiliyeke wusa li civaka kurd weke îhtîmaleke bê îmkan disekine. Reşo K. jî pir matmayî dimîne li dijî vê têkiliyê. Ji ber vê yekê ev mijar hem mijareke cuda ava dike ji xwendevanan re û hem jî ji hêla rasteqîniya civakî ve ne derbasdare. (Ev mijar pir dûdirêje. Divê em bi kûrahî û bi berfirehî di nivîseke din li ser: Di civaka kurda de pîrek, dê, erd, malbat tên çi wateyê bisekinin. Ev nivîs ji bo vê mijarê ne quncav e.)
Pergala ku di romana Bawer Rûken de tê rexnekirin û pergala di romanên Kafka de tê rexnekirin ji hev cuda ne. Lehengên Kafka ji bo netewebûna xwe û ji bo zimanê xwe têkoşînê nakin lê têkoşîna Reşo K. têkoşîneke neteweyî ye. Reşo K. neteweyî ye û îdeolojîya wî zêde ber bi hêla neteweperestiyê ve dihere. Ev fikra neteweperest ne di ciyekî tenê de di temamê romanê de belav bûye û ji ciyekî wê de xwendevan tên qenalîzekirin. Ev îdeolojî ne bi rêyeke girtî, rasterast tê ziman. Tu çiqas tiştekî zêde bîne ziman bandora wî tiştî ewqasî kêm dibe. Di romanê de em dibînin ku Reşo K. ji ber fikrên xwe, ji ber felsefeya jiyaneke neteweyî hatiye cezakirin. Ev tiştekî xwezayî ye lê belê ji bilî Reşo K. û jiyana wî di gelek ciyên din de fikrên îdeolojîk derbas dibin û ev yek êdî mijar û armanca sereke di tarîyê de dihêlin: Kuştina apê Reşo K. ,çîroka ku Pîra Kor dibêje (Çîroka, serpêhatîya mêrekî wendayî), çîroka jiyana Kalê Miftegêr, sirgûna mamosteyan, şerê li dibistanê pêk tê. Di wêjeyê de raman divê ne wisa vekirîbin. Divê raman di nav xumamiyekê de bihatana gotin. Lê belê mixabin di romanê de armanc diyar e, rexne vekirî ye, Reşo K. diyar e, fikrên nivîskar xuya ye û diyar in. Wexta peyam wisa vekirî be zimanê wêjeyê bandora xwe, efsûnîya xwe wenda dike, êdî dibe tiştekî din, nivîseke din!
Di romanên Kafka de serleheng her tim li sahneyê ye û lehengên din giş di bin siya wî de dimînin, kes ji wan nakeve pêşiya serleheng û giş ji bo ku serleheng li sahneyê bimîne dixebitin an jî ji hêla Kafka ve wisa hatine bikaranîn. Em dikarin bibêjin armancek heye û ji bo vê armancê her kes di nav liv û tevgerê de ye. Mînak wexta em li romana Dozê dinerin armanca Joseph K. doza wî ye. Lehengên din giş ji bo vê armancê pêk bînin û ji bo vê tekoşînê mezin bikin dixebitin. Grûbach Xanim, xwedîya pansîyona ku Joseph K. lê dimîne ye û ji vê peywirê zêdetir dernakeve pêş. Hûld, parêzerê Joseph K. ye, li ser doza wî dixebite û parçeyeke ji pergala tê rexnekirine. Lenî, xizmetkara Hûld e. Lenî jî parçeyek e pergala genî ye û têkîlîya wê û Joseph K. li ser berjewendiyê ava bûye. Wênesaz Tîtorellî û Papaz jî bi dozê bi Joseph K. ve tên girêdan. Eynî tişt di “Veguherîn”ê û di Şatoyê de jî heye. Di Şatoyê de hezkirina K. ya Frîeda jî ji bo K. li gund bimîne, nêzîkî Şatoyê be tê bikaranîn. Li ser evîna xwe naxivin, li ser pêşeroja xwe naxivin. Hiş û fikra K. tim li ser armanca wî ye û ji ber vê yekê jî evîna wan ya derew nameşe û Frîeda dest jê berdide. Em dikarin bibêjin evîn dibe qurbana armancê.
Li ser vê mijarê wexta em li “Di Tarîyê De” dinerin, em hin lehengên ji armancê, ji mijarê û ji avakirina derûniya Reşo K. dûrin, dibînin. Yek ji van Lawê Metê ye. Lawê Metê lehengekî hevnegirtî ye. Balkêş e û bi vê balkêşîya xwe hem Reşo K. û hem jî armanca romanê derbas dike. Ewil weke mirovekî li dijî Reşo K. tê xuya, bal dikeve ser wî û xwendevan li benda atraksiyonekê dimîne lê hêviyên xwendevan dişkên û her ku roman diherikê kerekterê wî nêrîn û tevgera wî bêtir dikeve çarçova mirovekî ji rêzê.
Lehengekî din Mêrê Metê ye. Zilamekî aqil çelqandî ye. Di romanê de jî zêde cî nagire jixwe. Lê min bandora wî ya li ser Reşo K., li ser metê û li ser lawê wî yan jî li ser lehengekî din nedît. Bandora wî li ser mijarakê yan jî li ser bûyerekê çênebûye. Ev yek jî vî lehengî dike lehengekî ne hewce.
Mêrê keça metê ne lehengekî aîdî axa gunde. Bav e, xebatkar e, gundî ye, mêr e lê em wî wekî mirovekî ne ji gund, ne bav, ne gundiyekî Reşo K. dibînin. Em dikarin bibêjin ji rasteqîniya civakê dûr e. Mîna mêrê metê ew jî tu bandorê li ser lehengekî, li ser bûyerekê nake.
Keça metê, weke pîrikeke di civakê de bêqîmet, ji evînê bêpar, bê dile xwe hatiye zewicandin tê xuya. Ji ber vê yekê jî mêrê xwe dixapîne, diçe bi Reşo K. re radikeve. Ev jî ji hêla jiyana pîrekên gund ve mijareke din ji me re diafirîne.
Serlehengên Kafka pasîf in. Meriv dibê qey ji “Enstîtuya Benjamenta” ya di romana Robert Walser[ Robert Walser, Jakob Von Gunten, çev. Gül Gürtunca, Jaguar Kitap, İstanbul, 2021.] hatine û ji bo îtaetê dijîn. Tu hêza wan a ku tiştekî biguherînin an jî bandorê li ser tiştekî bikin tune ye. Bi awayekî din ez bibêjim; pergal, bav, civak, burokrasî, dewlet ev giş tên wateyekê ji Kafka re û di jiyana nûdem de dibin dojeha mirovê nûdem. Lê belê lehengên Kafka bi hêvî ne. Wexta em ji hêla Albert Camus lê binerin Camûs li dijî absurdê li ser sê bersiva disekine: hêvî, xwekujî û serî rakirin. Ji vana hêvî û xwekujî weke rêyên revê yên ji absurdê tên dîtin. Ev hêviyên lehengên Kafka jî rev e. Reveke ji absurdê ye. Ango li dijî ûcûbeyekê lêgerîna wateyekê ye. Lê belê vê wateyê nabînin, ji absurdê xelas nabin û dawiya dawiyê jî têk diçin. Gregor Samsa, Joseph K. têk diçin. Di hundirê vê çarçoveyê de wexta em li Reşo K. dinerin Reşo K. jî têk diçe. Lê belê têkçûyîna Reşo K. ji du hêlan pêk tê. Ya ewil weke lehengên Kafka li dijî pergalê ye, ya duduyan li dijî civakê ye. Têkçûyîna Reşo K. ya ewil wexta ji girtîgehê derdikeve qewimiye lê piştî tê gund têkçûyîna wî ya civakî dest pê dike. Ewil Reşo K. bi hêvî ye. Di serê romanê de ew mêrantiya ku jiyaneke nû ava bike tê xuya lê poşmaniyên wî, derûniya wî ya panzdeh salan di qefesekê de maye, nexweşiya wî û hesreta jiyana zarokatiya wî nahêlin bi ser bikeve. Lêgerîna Reşo K. ya mifteya xaniyê bavê xwe, lêgerîna hêviyên demên zaroketiya wî û bêrîkirina malbateke bextewar e. Lê xanî tune ye, erd tune ye, malbat tune ye, êdî Reşo K. ne ji wî gundî ye, xerîb e, xerîbekî bêxwedî ye. Jiyana Reşo K. jiyaneke ji her hêlê ve hatiye hilweşandin û êdî mirin xelasiya herî pêwîst e. Reşo K. dimire û lehengekî têkçûyî azad dibe.
Mekanên Kafka ji bo vegotina derûniya lehengan û vegotina rewşa wan hevgirtî ne. Mala bav ji bo derûnîya Gregor Samsa, dadgehên enteresan ji bo rewşa Joseph K. û şato, wargeha xwediyê xurtiyê, ji bo avakirina armanca K. û têkoşîna wî mekanên hilbijartî ne. Ji bo mekana Şatoyê Willy Haas wisa dibêje ” Alema jor a Kafka, Şatoya wî, ji karmendên reben û têra xwe bê exlaq pêkhatî, bi karmendên pir û tevlîhev, weke nîqaşeke bihûşteke ecêb bi mirovan re lîstikeke berbad dilîze.”(Walter Benjamin, 2015, s. 43) Di romana “Di Tarîyê De” de mekana sereke gund e. Gund warê bi şûnde ketina gelek tiştan e. Ji hêla perwerdehiyê, ji hêla binesaziyê, ji hêla gihîştina demê, ji hêla gihîştina nêrîneke gerdûnî...
Roman li ser derûniya Reşo K. ava dibe. Hestên wî, fikrên wî, çalakiya wî û jiyana wî derdikeve pêş me. Gund; şên in, warên têkîlî û civînê ne, warên zarok û xwezayê ne. Li mekaneke wisa şayesandina derûniya Reşo K. zor û zehmet e. Wexta em romanê dixwînin çavên me li merivên Reşo K. digere, li qêrîna zarokan, li gundiyan, li pisgirêkên gundiyan ên rojane, ji ber ku Reşo K. sûcdarekî siyasî ye li fikrên wan ên siyasî digere. Gundî ji siyasetmedarekî bêtir siyasetê serûbin dikin û ji sohbetê hez dikin. Lê belê gundê Reşo K. gundekî ji dervayî rêzê ye. Tevgera gundiyan tevgereke xerîb e. Jiyana gundiyan dişibe jiyana bajariyan. Wexta Reşo K. tê gund ne kes tê cem wî, ne kes li halê wî dipirse, ne jî derbasbûnekê lê dikin û ne jî kes silavê didê. Ji ber vê yekê gundî ji rasteqîniyê dûrin. Reşo K. rasteqîn e, jiyana wî rasteqîn e, pergala ku tê rexnekirin rasteqîn e, hin leheng û bûyer rasteqîn in lê gundî ji rasteqîniya civakê dûrin. Ev jî tevlîheviyekê derdixe pêşiya me. Gund jî û gundî jî wisa ne. Di şîna bapîrê K. yê de civîneke biçûk pêk tê û hew.
Çavkanî
Gundoğan, A. O. (2018). Albert Camus ve Başkaldirma Felsefesi. İstanbul: Oteki Yayinevi.
Kafkaesk. (2020, Reşemî 14). Roja 30 Pûşper 2021'ê ji wîkîpediayê hat girtin: https://tr.wikipedia.org/w/index.php?title=Kafkaesk&action=history
Roger Garaudy, Ç. M. (2007). Kafka. İstanbul: Yirmidort Yayınevi.
Walter Benjamin, Ç. K. (2015). Kafka Uzerine. Kadikoy: Altikirkbeş Yayin.
gunerm201@gmail.com