Luqman Guldivê
Avakirina derewê û avakirina sembol û nasnameyan pirr dişibe hev. Carinan hev du xwedî dikin, carinan jî kirasên hev li xwe dikin. Avakirina sembol û nasnameyan di rabihuriya xwe de ezmûnên hêjayî nirxandinê li dûv xwe hiştine. Bi avakirina hin nasnameyên neteweyî bi hezaran ziman, bi hezaran çandên herêmî, bi hezaran çand, ziman û nasnameyên xweser ên di nava heman civakê de hatin tinekirin.
Ango di serdema modern de avakirina sembol û nasnameyan, afirandina îmajan hem bi xwe yekser rê li ber qirkirinên fizikî, çandî, cinsî û zimanî vekiriye û hem jî rê li ber afirandina hewaya siyasî vekirine ku ev qirkirin mimkûn kirine. Ji Fransayê heta bi Almanyayê ji DYE heta bi Rusyayê di avakirina nasnameyên neteweyî yên serdema modern de ev qewimiye: Avakirina nasnameyeke neteweyî bûye tunekirina bi sedan û bi hezaran çand, ziman, etnîsîte û heta neteweyên din. Ji bo me kurdan damezrandina Komara Tirkiyeyê, dewletên Îran, Iraq û Sûriyê jî veriyantên van avakirinan in ku yekser tesîr li me kirine û li hawîrdora me milet, ziman û çand qirkirine. Ya rastî xwe li me jî ceribandin lê bi temamî bi ser neketin. Lê di karekî de bi ser ketin: li gelek deveran “em” ên dişibin xwe afirandin. Û ev “em”ên dişibin wan dixwazin “em”ekê biafirînin ku xwe bi “tek” û “yek”kirinê tazî bike, bêparastin bihêle.
Çima “yek” û “tek” bêtaqetî ye? Ji bo neteweyên wekî alman, rûs, fransiz ku di destpêka sedsala bîstan de serjimara wan ji 30 mîlyonan dibihurî (di heman demê de serjimara Tirkiyeyê nagihêje 12 mîlyonan), tunekirina netewe, çand û zimanan bû felaketeke insanî, ne bi tenê ji bo kesên hatî qetilkirin lê belê ji bo endamên neteweya serdest a ku projeya “yek”kirinê bi rê ve dibir jî ev bû felaketek. Heke ev neteweyên ew qasî xurt (di warê eskerî, serjimar û pîşesaziyê de) bi “yek”kirinê ew qasî şikestin, wê çi bihata serê Tirkiyeyê? Qiyamet lê rabû, di nav çend salan de aboriya welêt bi tevahî rûxiya di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de.
Ma gelo mimkûn e ku Kurdistan îstîsnayek be? Helbet na. Kurdistan hîna di serdema dawî ya Osmaniyan de bi jiholêrakirina miletên ne Misilman, şikest. Hîna jî şikestî ye. Ha li vê Kurdistana şikestî niha hin derdor ji bo projeya avakirina neteweyekê (li vir ez behsa projeya avakirina neteweya demokratîk nakim) timî behsa yekîtiyê dikin, dema vê dikin jî yek alayê ferz dikin, ferz dikin ku Kurdistan yek be û tek be. Kopiyeke lawaz a ezmûnên min bi kurtî behsa wan kir. Mirov hayil jê nebe ala çawa wekî sembol tên hilberîn, mirov dikare bibêje, “ev pîrozî ne, nabe mirov wan bike mijara minaqeşeyan”… Lê ne wisa ye… Yek ala jî yek ziman jî sembolên hilberîna nasnameyeke “tek”perest in. Heke projeyek îdîa dike ku wê bi rastî welatekî ava bike ku hemû pêkhate, çand, ziman û neteweyên Kurdistanê hembêz bike, nabe ku di vê avzêma sembolhilberandina serdema modern de bist nebe. Ji ber wê jî hemasetên yek alayê pîroz dikin, tekbûna Kurdistanê diparêzin, ne xwedana der a fikrên bêguneh e. Ew bizirê nakokî û felaketên insanî ye ji siberoja tevahiya milet, ziman û çandên Kurdistanê. Bi ser de jî bi kêra wê jî nayê ku Şengalê biparêze, yan jî devereke din biparêze. Hêza bi rastî û ji bo Kurdistanê avakirina herî bi qîmet bi ya min ew e ku ala jî gelek bin, milet jî, ziman jî û çand jî da ku xurtiyek bi hevgirtina wan peyde bibe û ne lawaziyek bi yekkirina wan.
02.02.2015, Yeni Ozgur Polîtîka
guldive@yahoo.fr