Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê bi navhe 2’yemîn Hevdîtina Navneteweyî ya Sînemayên Behra Spî li dar xist. Festîvalê 7’ê mehê dest pê kir û heta 12’yê mehê didome.
Di nav festîvalê de ji gelek welatan fîlm hene. Ji welatên bakurê Behra Spî ên wekî Spanya, Fransa, Îtalya, Slovenya, Hirvatistan, Yewnanistan, ji welatên başûrê Behra Spî πen wekî Malta, Lubnan, Filistîn, Îsraîl, Sûriye, Misir, Tûnûs û Fasê fîlm hene. Fîlmên welatên şirîk jî di nav de fîlmên salên 2021-2022 hatine kişandin, bi giştî ji 30 welatan 34 fîlmên metrajdirêj hene.
Festîvalê bi nîşandayîna fîlmê dehêre Fernando Leon de Aranoa ê bi navê “The Good Boss” dest pê kir. Fîlmê spanyolî ku Javier Bardem serlîstikvaniya wî kiriye di Xelatên Fîlmên Ewropayê de Xelata Fîlmê Komedî yê Herî Serketî girtibû. Dîsa di Xelatên Goya û di Xelatên Sînemaya Iberoamerîkan de Xelata Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî, Senaryoya Herî Serketî û Lîstikvanê Herî Serketî bi dest xistibû.
Di festîvalê de civîna maseya gilover ku ligel derhênerên mêvan, ji Tirkiyeyê jî derhêner û sazkar dê beşdar bibin. Ewê li ser Sînemaya Behra Spî nîqaşê bikin, li rêyên hevkarî û belavkirina fîlmên xwe bigerin.
Fîlm li salona Îzmîr Sanat, Institut français / Navenda Çanda Fransiz û li Mimarlik Merkezi têne nîşandayîn. Nîşandayîna fîlman û çalakiyên di festîvalê de bê pere ne.