AMED
Xebatkarên Şaredariya Sûrê alîkariya ku di nav xwe de ji bo rojavayê Kurdistanê berhev kiribû şand û pêre jî banga hestiyariyê li gel kir.
Di dema şandina alîkariyê de li ser navê xebatkarên Şaredariyê Mehmet Salîh Gezen axaftineke kurt kir kir. Gezen bal kişand ser xemsariya di demên dawî de ku derketiye holê û diyar kir ku bi hatina zivistanê re wê şert û mercên jiyanê zehmetir bibin, bang li hemû welatiyan kir ku li pêşberî vê rewşê xemsar nebin û alîkariya xwe her tim dewam bikin.
Gezen her wiha destnîşan kir ku wan di bin sîwana Şaredariyê de komîsyonek alîkariyê avakirine û ewê xebatên xwe bidomînin.