Amed
1984 destnivîsên aîdê nivîskar û ramanweran ku têde destnivîsên Ehmedê Xanî jî hene bi sedema "restorekirin"a wan ji Amedê birin Konyayê.
Destnivîs di Pirtûkxaneya Îhtîsasê ya Berhemên Nivîsandî ya Ziya Gokalp de bûn. Piraniya van destnivîsan ji serdema Selçûkî û Osmanî mabûn ku niha birin Midûriyeta Berhemên Nivîskî ya Konyayê. Li ser birina berheman tu agahiya fermî nehate dayîn û wê di çiqas demî de bêne restorekirin, kengê vegerînin, vegerînin yan na, kes tiştek nizane.
Tê gotin ku Medreseya Mesûdiye ku li nava Sûrê dê ji bo pirtûkan amade bikin; dê ev der li hemberî şewat, sar û sermayê biparêzin.
Li gor agahiyên ku hatin bi dest xistin piraniya pirtûkên ku bar dikin li gor Salnameya Hîcrî aîdê salên 505'an in. Berhema herî nû jî aîdê sala 1928'an e. Ji bo barkirina berheman ji Konyayê 9 karker anîne û piştî barkirin temam bûye ew jî vegeriyane Konyayê. Di nav destxetên ku birin de li ser dîrok, ol, ziman, felsefe, erdnîgarî, astrolojî, zanista fenê û gelek cureyên din berhem hebûne.
**
Nûçeya eleqedar:
- 1984 pirtûkên dîrokî ji Amedê dibin Konyayê
**
Wêne: Medreseya Mesûdiye, Amed


