Diyarname
Li Bedlîsê bi zimanê tirkî, îngilîzî, almanî, fransizî û rusî li mizgeftê ayet daliqandine lê bi kurdî têne nîn e. Li ser vê yekê Mebûsê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu ji Diyanetê pirsî: "Ey Diyanet, XWedê bi kurdî nizane?"
Mebûsê HDP'ê Gergerlîoglu bi ser hesabê xwe yê twittirê re mesele anî rojevê. Gergerlîoglu wisa nivîsî: "Ey Diyanet, Xwedê bi kurdî nizane?
Li Bedlidê mizgeftek...
Tabelaya hatiye daliqandin...
Sedî 90'ê Bedlîsê bajarê kurdan e. Diyanet li mizgeftan destûrê dide îngilîzî, almanî, fransizî û rusî. Lê bi kurdî daliqandinê tabelayê qedexe ye yan jî bi kurdî xwendina xutbeyê, bi kurdî îbadet qedexe ye."


