Vedat Çetin
Hin kurd hene tu wate nadin ku çima BDP'yî dijî hatina Berzanî ya Amedê derdikevin. Her wiha li ser BDP'yiyên ku pêşwazî li Berzanî kirin sekinîn û piştgiriyeke eşkere dan.
Lê sedema hevdîtina li Amedê ev e: AKP'ê bi ser Berzanî re xwest berê xwe guherîne, ji ber ku li Kurdistanê siyaseta kurd li ser du şaxan dimeşe yek ji wan Neqşîtiye ku PDK wê temsîl dike. Em dizanin ku bi salan e siyaseta rasgir* a tirk li ser vê bingehê siyasetê dike.
Di salên 1950'yan de Partiya Demokrat, piştî 1980'yan ANAP, piştî 2000'î jî AKP...
Em dikarin bibêjin girseya ku demekê CHP'ê bi ser wan re li Kurdistanê siyaset dikir, girseya ku ne oldar bû, yên hinek ji feodalîzmê dûr, girseya nêzî laîkî bû. Beşek ji vê girseyê û komek ji partî û komên din ên kurdan piştî salên 1990'î ketin bin bandora PKK'ê û qada siyasî jî fireh bû. Dûre girseya feodal lawaz bû, jin ji malan derketin, beşdarî têkoşîna azadiyê bûn û bûn siyasî.
Niha dema em li potansiyela PKK-BDP'ê ku girseya kurd di bin banê xwe de diparêze binêrin em dibînin ku beşek ji wan koka wan a berê digihîje PDK'yîbûnê.
Yek ji sedemên hevdîtina Berzanî û Erdogan a li Amedê jî PDK'yiyên berê yên ketina bin banê PKK-BDP'ê ber bi xwe ve bikişînin. Sedema ku Erdogan mecbûr ma peyva "Kurdistan"ê bîne ziman jî ev e. Bi fikra ku tekane rêya şikandina bandora PKK-BDP'ê ev hate dîtin û li gor vê yekê taktîk guhart. Dê bandora vê yekê çi be, emê di hilbijartina pêşiya me de bibînin.
Dema ku Berzanî li şaredariyê bi Baydemîr re hevdîtin pêk dianî li Qoserê PDK'yiyan çalakiya "Platforma Kurdên Demokrat"** li dar dixist. Koma li Rojava û ya bakurê KurdisatNê hatibûn cem hev.
Di vê ez bibêjim, ne pirsgirêk e ku li Kurdistanê fikrên siyasî yên cuda bi hev re di nav têkoşînê de bin; cudahî dewlemendî ye û ev yek rastiya demokrasî bi xwe ye. Lê di bin siya desthilatdaran de mirov bibe hêzeke siyasî, ev yek mirovan dide fikirandin.
Diyar e ku ger AKP li ser pirsgirêka kurd ber bi çareseriyeke ve here, diyar e ku dê kurdan parçe bike, bi hev dûr bixwe û bi vî awayî gav biavêje. Çend sal berê ji bo rêberên Hîzbûllahê berde guherîneke zagonî pêk anî. Paş jî kir ku Burkay were Tirkiyeyê. Niha jî bi ser Berzanî re dixwaze siyaseta PDK-T li bakurê Kurdistanê bibe xwedî hêz.
Peyama Berzanî-Erdogan a li Amedê ya ji bo kurdên di bin bandora PKK-BDP'ê de şantaja "Pêvajoya Çareseriyê" ye. Erdogan ku dest avêtiye dixwaza zêdekirina muxatabên çareseriyê û bi vî awayî dê tawîzên hindiktir bike. Ji ber vê yekê Berzanî bi protokola dewletê pêşwazî kir, Şivan li protokolê da rûniştandin, li ser sehneyê bi Îbo duet da kirin. Ev hemû razemeniyeke ji bo hesabên siyasî ne. Birîna mehran û merasima ji bo vekirina xebatên nû ji bilî lîstikên xapandinê ne tu tiştek din in; ku lîstikên siyasî yên wisa di nav lîstikên siyaseta tirk de hene.
* Nota werger: Di nav siyaseta Tirkiyeyê de her du alî hebûn ku bi navê "rastgir" (Kevneşopî her Partiya Edalet, Dogru Yol, Anap û niha AKP), yek jî bi navê çepgir (Her CHP) bû û niha jî wisa ye.
** Ji bo nûçeyê: http://www.kiziltepepost.com/haber/guncel_1/demokrat-kurtler-platformu-halkin-huzurunda/380.html


