Diyarname
Dinyayê ji fîlmên "Rizgarkirina Er Ryan", "Lîsteya Shindler", "Jurrasic Park" hez kir û gelek lê temaşe kir. Di bin van fîlman de îmzeya wî hebû. Em qala derhênerê navdar Steven Spielberg dikin. Niha li ser vî derhênerê navdar belgefîlmekî hat kişandin. Jiyana Spielberg di vî belgefîlmî de roja 7'ê kewçêra 2017'an de di kanala HBO de bê nîşandayîn.
Navê "Spielberg" li belgefîlm kirine û ji hevdîtina bi qasî 30 saetî ku ligel derhêner hatiye kirin pêk tê.
Belgefîlm berê xwe dide kariyera wî ya 50 salan û ji bo belgefîlm ligel kesên wekî Leonardo Di Caprio, Tom Hanks, J.J. Abrams, Cate Blanchett, Francis Ford Coppola, Christian Bale, Daniel Craig, Dustin Hoffman hevdîtin hatiye kirin.