CENEVRE
Rêxistina Milk ya Entelektuel a Cîhanê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku rojnameyên çapkirîn wê heta sala 2040'an ji holê rabin û cihê wan jê dê rojnameyên dijîtal bigirin.
Dîrektorê Giştî yê rêxistina girêdayî NY'ê Francîs Gurry, di daxuyaniya xwe ya ku daye rojnamea La Trîbune De Geneve ku li Swîsreyê weşanê dike, wisa gotiye: “Heta çend salan rojnameyên ku îro em dizanin namînin. Ev rewş ne baş e ne jî xerab e. Hin lêkolîn hene ku dibêjin heta 2040'an rojnameyên kaxiz, yên çapkirî namînin. Tê texmînkirin ku ev li Amerîkayê di sala 2017'an de dê pêk were.”
Gurry diyar kir ku ji niha ve li Amerîkayê pirtûkên dijîtal ji yên çapkirî zêdetir tên firotin û got ku girêdayî vê yekê pirsgirêka sereke niha li ber wan hatiniya rojnamevanan e.


