logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji cîhana fûtbolê 5 nûçeyên îro derketin pêş

  • Dîrok: 09/03/2017
  • Beş: Spor

Diyarname

Ji cîhana fûtbolê di rojek de pênc nûçeyên gelek girîng: Ji Barselona heta Bayer Munih, heta têkiliya FIFA û Turmp... Vane ev nûçeyên sporê yên îro:

1- FIFA'yê hişyarî da Trump

- Serokdewletê DYA'yê Donald Trump ku rêwêtiya ji bo Amerîkayê ya ji bo hin welatan qedexe dike dibe sedema nîqaşan. Vê carê FIFA'yê hişyarî da. Serokê FIFA'yê Gianni Infantino li ser qedexeyê axivî û got: "Li dinyayê gelek welat astengî ji bo rêwîtî û vîzeyê derdixin lê ger hûn dixwazin ji bo Kûpaya Cîhanê mazûvaniyê bikin divê hûn hin şertan bînin cih. Her tîma ku mafê lîstina di Kûpaya Cîhanê de bi dest bixe divê bikaribe here wî welatî bilîze. Ev nebe Kûpaya Cîhanê nabe. Birêz Trump Serokê DYA'yê ye û ez hurmetê nîşanî polîtîkaya wî didim. Ew ji bo welatê xwe bidyaran digire.Ji bo vê yekê hatiye hilbijartin. Lê şertên mazûvaniya ji bo Kûpaya Cîhanê diyar in. Her welatê van şertan bîne cih dikare mazûvanî ji bo kûpayê bike. Ev yek rêgeza sporê ye."

2- Barselona bi 6 golan şov kir

- Di Lîga Şampiyonan de Barselona û PSG hatin hemberî hev. PSG li mala xwe 4-0 maç bi dest xistibû û bi awayekî bixwe bawer derket maça diduyan a ji bo derbasbûna çarîk fînalê. Lê reqîb Barselona bû û heta deqeya dawî hêvî her hêvî bû.

Barselona di  deqîqeya 3'yan de bi Luis Suarez di deqîqeya 40'î de bi Layvin Kurzawa bersiv da û bi 2-0 nîveka yekemîn a maçê bi dawî kir.

Di nîveka duyemîn de jî Barselona êrîş kir: Di deqîqeya 50'î de Messi got: 3-0. Ji bo dirêjbûna maçê tenê golek, ji bo bi destxistina maçê du gol lazim bû û hê 40 deqe maçhebû. Lê di deqîqeya 62'yan de li ser navê PSG'ê Edinson Cavani golek avêt û hêviyên Barseloyê sist kirin. Tîma Katalan qet ji maçê neket, lê jêre vê carê 3 gol lazim bûn. Deqîqe bû 88 Neymar got avêt û bû 4-1. Di deqiyên mayî de 2 golên din lazim bûn, hê 2 deqîqe temam nebûbûn Barselonayê penaltî dest xist, Neymar skor bir 5-1. Hakêm 5 deqîqeyên din li maçê zêde kir û tam di deqîqeya 90+5 de Sergi Roberto hemû xeyalên PSG'ê şikandin û coşa Barselona û temaşevanên wê derxist asta bilind. Piştî vê tu gol nehatin avêtin û Barselonayê di rovanşa 4-0 de bi 6-1'ê derbasî çarîk fînalê bû.

3- Bayer'ê 5'ek din avêtin

- Tîma Almanyayê Bayer Munih li mala xwe bi 5-1'ê Arselana Îngilistanê têk biribû. Di maça duyem de Arsenal xweş lîst lê piştî lîstikvanê lîstikvanê wan Laurent Koscielny qerta sor dît û Arsenal ma 10 kes maç vegurehî. Li hemberî Bayerê lîstina bi 10 kes helbet zehmet bû û Bayer Munih carek din bû gol û bi ser Arsenalê de bariya. Wekî maça yekem ev maç jî bi 5-1'ê bi dawî bû.

Di encama maçên hatin lîstin de di Lîga Şampiyonan de Barselona, Bayer Munih, Real Madrid, Borissa Dortmund derbasî çarîk fînalê bûn. Çar maçên din dê bêne lîstin  (14-15'ê adarê) û ji wan tîman jî dê 4 tîmên din derbasî çarîk fînalê bibin.

4- Banga îstîvayê ji bo Wenger

- Teknîk Dîrektorê Arsenalê Arsene Wenger ev 20 sal in vî tîmî bi rê ve dibe. Lê di hefteyên dawî de êdî temaşevan dixwazin ew dest ji tîmî berde. Piştî têkçûna maça duyem bi 5-1 dîsa banga îstîfayê hat kirin. Li stadê pankarta "20 sal sipas ji bo te" hat vekirni. Nêzî 200 temaşevanên Arsenalê ew vexwendin îsTîfayê.

5- Vodafon Arena sêyemîn stadê xweşik e

- Di nav stadên wê salê hatine çêkirin de her sal pêşbaziya "Stada Salê" tê lidar xistin. Îsal bû 7 sal ev dangdan çêdibe. Îsal jî gel ji bo vê yekê deng da û di encamê de Stada Beşîktaşê Vodafon Arena bû yekemîn, lê di dengdayîna juriyê de bû duyemîn. Di dengdayîna gel de  "Stadion FK Krasnodar" a tîma Rus Krasnodar bû duyemîn û stada Estadio Campeon Del Siglo ya tîma Urugay Penarol bû sêyemîn.

Lê di dengdayîna jurî de London Stadium a tîma West Ham a Îngilistanê bû yekemîn, Stada Krasnador bû duyemîn û Vodafon Arena bû sêyemîn.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

news
  • 27 10 2026

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

news
  • 27 10 2026

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

news
  • 27 10 2026

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

news
  • 24 10 2026

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news
  • 24 10 2026

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Malpera Yenî Ozgur Polîtîka jî hate girtin

ad

Bi wêneyan dengdayîna Hilbijartina 2011'an

ad

Farqîn ji bo zimanê zikmakî meşiya

ad

Serokê TTB'ê hat hilbijartin

ad

Wêneyê rojê ji ber Minareya Çarlingê

ad

ÎHD'ê ji bo şopandina paşvevekişînê komîsyon amade kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname