DÊRIK
Piştî ku hêzên YPG’ê bajaroka Til Koçer ji destê çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê rizga rkir û ji mayînên ku wan çandibûn jî paqij kir, xebatên xizmetê li Til Koçer hate destpêkirin. Karmendên ceyranê yên li Girkê Legê û Rimêlan xebatên çareserkirina xetên ceyrana Til Koçer dan destpêkirin.
Hêzên YPG’ê di 27’ê kewçêrê de bajaroka Til Koçer ji destê çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê rizgar kirin û ji mayînên ku çeteyan li seranserî bajarokê çandibûn jî paqij kirin. Piştî bajar ewle bû, xabatên xizmetê yên bajaroka Til Temir despêkirin. Li ser vê karmendên ceyranê yên li Girkê Legê û Rimêlan xebatên çareserkirina xetên ceyrana Til Koçer dan destpêkirin. Derbarê mijarê de serokê navend ceyranê yê bajaroka Til Koçer Yasir Reca Cedaan wiha got: “Piştî em hatin Til Koçer û lêkolîn kir ku me zanî çeteyan xet û alavên ceyrana bajarokê xerabkirine. Li ser vê bi alîkariya navenda ceyrana Girkê Legê û Rimelan me xebata tamîr kirina xetên ceyranê da destpêkirin.” Cedaan da zanîn ku dê ceyranê bikişînin matorên avê û pirsgirêka avê jî li Til Koçer çareser bikin.
Li aliyê din jî karmendekî ji xebatên ceyranê yê bajaroka Til Koçer Saadûn Elî diyar kir ku piştî bajaroka Til Koçer ji destê çeteyan hate rizgarkirin, çeteyan gelek stûnên elektrîkê şikandibûn û ew niha têde dixebitin heta ku bi temamî çareser bikin.
ANHA


