Diyarname
Rojnameger Hasan Cemal piştî pirtûka "Delîla-Bir Genç Kadin Gerilla'nın Dag Gunlukleri"* vê carê jî pirtûka xwe ya bi navê "Çozum Surecinde Kurdistan Gunlukleri"** derxist.
Hasan Cemal ev 45 sal in rojnamegerî dike. Heta niha di gelek rojnameyan de kar kiriye, paşê jî qunciknivîskarî. Herî dawî ew di rojnameya Milliyetê de bû lê quncikê wî hat girtin. Piştî wê ew êdî di rojnameya înternetê T24 de dinivîse. Cemal di vê pêvajoya çareseriyê de, di meha gulana 2013'yan de ligel koma gerîla ku ji bakur derbasî başûr dibû meşiya, ligel wan derbasî aliyê din ê sînor bû. Paşê çû Qendîlê. Û niha ev pirtûk weşand.
Ev 12'emîn pirtûka Cemal e û edîtoriya vê pirtûkê Yasemin Çongar kiriye. Li ser vê pirtûkê wisa dibêje: "Dewletê ji bo Neteweya Tirk ava bike gelek êş dan kişandin. Ligel hemû êşan jî; kok nehatin ji bîrkirin. Nasname nehat jibîrkirin. Zimanê zikmakî nehat jibîrkirin. Ol û bawerî nehatin jibîrkirin. Tiştên hatin jiyîn nehatin jibîrkirin. Dîroka bi êş nehat jibîrkirin. Bi taybetî kurdan ev yek qet ji bîr nekir. Ji bo her kes bi ol û baweriya xwe bi azad bijî, ji bo xwedî li kok, bi awayekî azad xwedî li nasnameya xwe derê, ji bo bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibîne, ji bo bibe "hemwelatiyê wekhev" ê dewleteke demokratîk avakirina Tirkiyeyeke nû di destê me de ye."
- Çozum Surecinde Kurdistan Gunlukleri / Hasan Cemal / 295 rûpel
*Delîla-Rojnivîskên Çiyê yên Gelîraleyek Jin
** 'Di dema pêvajoya çareseriyê de rojnivîska Kurdistanê'