Diyarname
15'ê vê mehê Roja Nivîskarên Girtî ya Dinyayê ye. Di vê rojê de ji bo balkişandina ser nivîskarên girtî çalakî têne lidarxistin. Îsal HDP'ê çalakiyên ji bo pênc rojan dane ber xwe. Her wiha Komeleya Nivîskarên û Wêjekaran jî çalakiyek organîze dike.
Bernameya HDP'ê
Komîsyona Perwerdehî, Çand, Huner û Sporê ya HDP'ê ji bo vê rojê bernameyeke amade kiriye û gelek kes dê di nav bernameyê de biaxivin. Bernameya ku 5 rojan dê bidome bi vî rengî ye:
- 15 Sermawez, Yekşem, Saet: 20.00
“Hadê em herin...”
Helbestên ji hundir ber bi derve ve
- 16 Sermawez, Duşem, Saet: 22.00
"Nivîsandin Berxwedanek Bû"
Di Girtîgehên 12'yê Rezbere de Wêje û Berxwedan
Beşdar: Ayşe Hulya Şensoy, Ali Biçer, Huseyin Şahin, Fadil Ozturk, Sezai Saroglu
- 17 Sermawez, Sêşem, Saet: 20.00
Belgefîlm: ‘Gonderen: İlhan Sami Çomak’
- 18 Sermawez, Çarşem, Saet: 20.00
Zorlêkirina li deriyan: Girtîgeh û Weşanxane
Moderator: Oya Yagci
Axaftin:
Sibel Oz: Weşanên Notabene
Ulaş Güldiken: Weşanên Aram
Arzu Demir: Weşanên Ceylan
Huseyin Aykol: Rojnameya Yeni Yaşam
- 19 Sermawez, Pêncşem, Saet: 20.00
‘Firari Şiirler’
Ligel Ragip Zarakolu girtîgeh û wêje
Bernameya HDP'ê dê li ser Youtubeya HDP'ê re bê weşandin.
Bernameya Komeleya Nivîskar û Wêjekaran
Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê bi hev re bernameyek saz dikin. Bernameya wan roja 15'ê mehê saet 21.00'an de dê li ser Facebooka MYD-TV re bê weşandin.
Roza Metîna û Ramazan Kaya dê moderatoriya bernameyê bikin û mêvan jî ev in:
Nivîskar Feysel Ozdemir, helbestvan Zozan Gulan, Rêvebirê 78 an Rifat Ronî


