Diyarname
Mebûsê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan li meclisê axivî û got: "Der barê butçeya Wezareta Parastina Neteweyî, Muşteşariya Ewlehî û Pergela Dewletê, Sekreteriya Giştî ya MGK'ê (Lijneya Ewlehiya Neteweyî), Serfermandariya Giştî ya Jendirmeyan, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê de di nav butçeya ku hikumetê amade kiriye de tu agahî nîn in. Muşteşariya Sanayi ya Parastinê bi 3.5 mîlyarî ji Çînê fuzeyê dikire, ji DYA'yê bi 3.5 mîlyar dolarî firokên Skorsky dixwaze lê ev di butçeya hatiye pêşkêşkirin de nîn in. 15 mîlyar dolarên ji bo F-35'an hatiye veqetandin û plana dayîna vê deynê jî nîn e.TOMA, gaz, qeyda van jî nîn e. Ne diyar e. Van agahiyan pêşkêşî meclisê nakin, di dewletên hiqûqî de, di demokrasiyan de ev yek nayê qebûlkirin. Bibe nebe di rejirên otorîter de nîqaşên butçeya korsanî çêdibe."
Her wiha Kaplan got ku butçeya ku derveyî demokrasî, rêzgesa hunudirîn û Zagona Bingehîn be ne meşrû ye û bi piraniya dengên li meclisê bê qebûlkirin jî ne meşrû ye.