Diyarname
Şaredariya DEM Partî ya Pirsûsê 6'ê gelawêja 2024'an de biryar girtibû ku navê Mem û Zînê û navê helbestvan Sait Kendirci li parkan bikin lê Qeymaqamiya Pirsûsê ev daxwaz red kiribû.
Li ser vê redkirina qeymeqam, Şaredariya Pirsûsê serî li Dadgeha Îdarî dabû. Dadgeha Îdarî ya Yekê ya Rihayê daxwaz nirxand û biryara şaredarî erê kir. Dadgehê rayeya şaredariyê bibîr xist û danîna navan a parkan de sûc nedît.
Şaredariya Pirtûkê li parka ku li Taxa Demokrasiyê ye wê navê Mem û Zînê, parka ku li Taxa Yildirim e jî dê navê Sait Kendirci lê bike.
(Foto ji lîstika "Mem û Zînê" ya Şanoya Bajêr a Amedê)
**
Nûçeya Eleqedar:


